Şaredariya Artûklûyê ji elektrîkvan eşyayên diyariyê, ji aşxaneyê asfalt stendiye! 2022-04-14 09:10:00 MÊRDÎN - Di Rapora Venêrînê ya 2021'ê ya Şaredariya Artûklûyê ya AKP'î de bi dehan bêusûlî hatin tespîtkirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku şaredariyê ji aşxaneyê asfalt, ji elektrîkvan jî eşyayên diyariyê stendine.  Rapora Venêrînê ya Sala 2021'ê ya ku Komîsyona Venêrînê ya Şaredariya Artûklû ya Mêrdînê ya AKP'î hazir kir temam bû. Rapor ji nava 7 endamên Komîsyona Venêrînê ve bi dengê 4 endaman ve hatiye qebûlkirin.  Endamekî jî şerh danî binî raporê. Rapor ji aliyê 2 endamên HDP'î, 3 endamên AKP'î, endamekî serbixwe û peywirdarekî cemaweriyê ve hatiye amadekirin. Di raporê de gelek nelirêtî û bêusûlî hatine tespîtkirin.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2021'ê de 281 îhaleyên "rasterast" hatine çêkirin. Di van îhaleyan de bi giştî 16 milyon û 556 hezar û 529 TL hatiye xerckirin. Di raporê de hatiye destnîşan kirin ku sînorê ji sedî 10 ê di Qanûna Îhaleyê de hatiye derbaskirin û pereyê hatiye xerckirin ji sedî 14'ê budçeya şaredariyê ye.    Gelek îhale bêyî ku fiyetê maliyetê bê diyarkirin hatine çêkirin. Her wiha di raporê de hatriye detsnîşankirin ku di ewraqan de îmzeyên kesên karbidest jî kêm in û ewraqên fîrmayan ên ji bo îhaleyan jî kêm in û dîsa jî pere hatine dayîn.    Di raporê de hatiye tespîtkirin jî di îhaleya ji bo çêkirina dîwarê îstinadê de jî bêusûlî hatiye kirin. Maliyeta ,haleyê 705 hezar TL hatiye diyarkirin, lê li gor lêkolînên hatine kirin fiyetê ji bo serê metreyekê hatiye diyarkirin pir zêde ye û ev îhale ji bo hin şîrketan bi taybetî hatiye çêkirin û bi awayekî eşkere bêusûlî hatiye tespîtkirin.    Di raporê de hatiye tespîtkirin ku di tahsîlata ji bo aşxaneyekê de hbehsa heqê rê û heqê kevirên parkeyî hatiye kirin û ya hatiye kirin dijî qanûnê ye. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku eşyayên diyariyê jî ji fîrmayeke ceryanê hatine stendin.    Her wiha di raporê de hatiye gotin ku di îhaleya 21 milyon û 80 hezar TL'yî ya dane fîrmaya Şaredarê Midyadê yê AKP'î Veysî Şahîn de jî bêusûlî hatiye kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di zabitnameyan de tenê îmzeya rayedarên fîrmayê heye û rayedarên Şaredariya Art»klûyê bêyî ku li cihê kar lê hatiye kirin kontrolê bikin pere dane.    Di raporê de hatiye diyarkirin ku belavkirina mûcûrê jî bi endamên emclîsê hatiye kirin û ya hatiye kirin dijî qanûnê ye.    HDP: EM Ê MAFÊ GELÊ XWE BIPARÊZIN   Endamên HDP'î yên Komîsyona Venêrîna Malî ya Şaredariya Artûklûyê Abdûlkerîm Sayalgi û Necla Acibûca, raporê nirxandin. Acibûca, bilêv kir ku gava xebatên komîsyonê dest pê kirine bi astengiyan re rû bi rû mane û armanca van astengiyan jî nixumandina ser bêusûliyan e. Acibûca, anî ziman ku lê dîsa jî xebatên xwe kirine û bêusûltiyê hatine kirin eşkere kirine. Acibûca got: "Em ji bo parastina mafê gelê xw etevgeriyan û me bêusûlî derxistin holê. Em ê her tim mafê gelê xwe biparêzin."    Sayalgi jî destnîşan kir ku di sala 2020'î de jî bêusûlî hatibûn kirin û bal kişand ser astengkirina xebatên komîsyonê. Sayalgi, destnîşan kir ku armanca astengkirina xebatan ew bû ku bêusûlî dernekevin holê. Sayalgi, bilêv kir ku bi raporê îhaleyên ne li gor usûlê derxistine holê. Sayalgi, anî ziman ku dê ji bo parastina çavkaniyên gel bitêkoşin û bang li gel kir: "Em koma HDP'ê bang li gel dikin ku piştgiriya xebatên me bikin. Em koma HDP'ê heya hebin, em ê rê nedin van heramiyan."    MA / Ahmet Kanbal