ÎSÎG: Di 3 mehan de 347 karker jiyana xwe ji dest dane 2022-04-13 13:24:40 STENBOL - Meclisa ÎSÎG’ê rapora cînayeta karkeran a sê mehên ewil ên salê weşand. Li gorî raporê di van sê mehan de 347 karker mirin e.  Meclisa Ewlehiya Tenduristiya Kar (ÎSÎG), “Rapora Cînayeta Karkeran” a sê mehên ewil ên sala 2022’yan eşkere kir. Di raporê de hat diyarıkirin ku ji sedî 67’ê daneyan spartine çapemeniya netewî û ji sedî 33’yê daneyan jî spartine agahiyên karkeran, malbatan, pisporên ewlehiya kar, hekîmên kargehan, sendîka û çapemeniya herêmî. Li gorî rapora ku hat eşkerekirin, di sê mehên salê de 347 karkeran jiyana xwe ji dest daye.    Di raporê de hat gotin 312 karker bi meaş (karker û karmend) û 35 karker jî di karên xwe de xebitîne ango cotkar û esnaf bûne.    HERÎ ZÊDE KARKER LI QADA ÎNŞEATÊ MIRIN E    Di raporê de hat diyarkirin ku cînayetên kar di milê înşeatan de 54 karker mirine, di milê neqliyê de 45 karker, di milê daristanê de 33 karker, di milê bazirganî, buro, perwerde û sînemayê de 30 karker, di milê metal de 27 karker, di xizmeta tenduristî, civakî de 27 karker, di milê şaredarî, karên giştî de 26 karker, di cihê mêvanxane, şahî û kêfxweşiyê de 15 karker, di milê parastin, ewlehiyê de 13 karker, di milê madenvaniyê de 12 karker, di milê tekstîl, çerm de 10 karker, di milê keştî, tersane, behr, keştîgehê de 9 karker, di milê enerjiyê de 8 karker, di milê neft, kîmya, lastîk de 8 karker, di milê dar, kaxez de 5 karker, di milê zexîre, şekir de 4 karker, di milê rojnamevanî, çapemeniyê de 3 karker, di milê çîmento, ax û camê de 2 karker, di milê banka, fînans, sîgort de karkerek jiyana xwe ji dest dane.    BI PIRANÎ BÊSENDÎKA BÛNE    Di raporê de hat gotin ji karkerên mirine 13 heb endamê sendîkayan bûne û 334 karker jî bêsendîka bûne.    LI GORÎ ZAYENDÊ DABEŞÎ    Di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên mirin e 25 kes jê karkerên jin bûne û 322 kes jî karkerên zilam bûne.    Her wiha di raporê de hat eşkerekirin ku di sê mehê ewil ên salê de 18 karkerên penaber ango koçber jî jiyana xwe ji dest dane.