'Kes nizane Remezan e, mirov her roj birçî ne' 2022-04-05 09:03:59 AMED - Amediyan destnîşan kir ku ji ber qeyrana aborî êdî Remezan ne Remezana berê ye û diyar kirin ku hejmara kesên "koliyên Remezanê" belav dikin jî kêm bûne.  Îqtîdara AKP-MHP'ê bi polîtîkayên şaş rewşa welêt a aborî xistiye qonaxeke xetere. Welatî her roj bi zemên nû re rû bi rû dimînin û ev rewş her ku diçe barê jiyanê girantir dike. Li Amedê me nêrîna amediyên ku haziriyên xwe yên meha Remezanê dikin û esnafên koliyên Remezanê difiroşin pirsî. Amediyan got ku kes nizane meha Remezanê ye û mirov her roj birçî ne.   Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Halîl Taşkiran bal kişand ser qeyrana aborî û diyar kir ku her ku diçe rewşa aborî xirabtir dibe. Taşkiran, anî ziman ku di demên berê de Remezan bi kêfxweşî dihat pêşwazîkirin û wiha got: "Lê niha tu tam û xweşî nema ye. Kes nizane Remezan hatiye û tenê bi nav ma ye. Birçîbûn ne rojek e, her roj e."    NE ZIKAT NE MÊVAN   Taşkiran destnîşan kir ku qeyrana aborî texrîbatên mezin li ser aliyên însanî jî çêkiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çi hizûr nema ye. Enflasyon, her ku diçe zêdetir dibe û rewşa heyî xerabtir dibe. Di van şert û mercan de kes nikare malbata xwe têr bike ma dê çawa bangî mêvanan bike. Xwarin bi rûn çêdibe. Di navbera bihayê  niha û yê 3 meh berê de 3 qat ferq heye. Xaz, duh ji sedî 35 bihatir kirin. Tama Remezanên berê jî, kêfxweşiya berê jî nema ye. Misilman ji ber ber vê qeyranê dê nikaribin zikatê jî bidin."   ‘BI MÛÇE EREBOK TIJE NABIN’   Derheqe mijare de ji şêniyan Celal Çelebî bal kişand ser bihabûna tiştan û ev tişt anî ziman: "Bi mûçeyê heyî re em nikarin erebokeke tiştan jî bikirin. Tiştên ku me par bi 20 dikirîn, niha bi 50-60 lîreyan distînin. Berê me bi nîviyê mûçeyê xwe yê kêmtirîn heqdest dikariya du erebokên tiştan bikirin. Lê me niha pê çênabe. Êdî em bi poşetan diçin ber qaseyê. Bi mûçeyên heyî erebok tije nabe. Divê rêyekî bibin vê bihabûnê û alîkariyê bidin gel."   Bazirganê Sîteya Tomerîfiroşên Amedê Şahîn Akkan jî got ku bihabûna mazotê bandorê li bihayê her tiştî dike û berteka xwe wiha nîşan da: "Berê 3 kîlo, 5 kîlo tişt diketin koliyan û tije dibûn lê niha bi kîloyekê tije dibin. Hêza alîkariyê nema ye. Lewma jî hejmara koliyên ku tên belavkirin gelek kêm bûne. Hejmara kesên ku îsal koliyan belav dikin, li gorî par pir kêm in."    'QEYRANA TENDURISTÎ, ABORÎ Û JIYANÎ'   Bi domdarî Akkan daxuyand ku di qeyranên berê de tenê tiştên xwarinê kêm dibûn lê niha di aliyê aborî, tenduristî û jiyanê de jî qeyraneke mezin di nava civakê de heye. Akkan, axaftina xwe wiha domand: "Sedema vê qeyranê jî girêdayî pêvajoya siyasî ye. Sedema vê qeyranê jî xitimîna siyasetê ye. Gelek dewletên biyanî ji qeyranên aborî û pandemiyê derketin lê li vir hê jî didome. Heya ku bingeha pêvajoya siyasî neguhere dê rewş sererast nebe. Ji bo vê jî hewcehî bi guherîneke bingehîn e."    'XÊRXWAZ KÊM BÛNE'   Ji bazirganên Sîteya Tomerîfiroşên Amedê Mehmet Ayçîçek, ev 20 sal in vî karî dike û ji beşa aboriyê mezûn bûye. Ayçîçek, dibêje ku sedema bihabûna tiştan û ‘koliyên Remezanê’ qeyrana aborî û pandemî ye. Ayçîçek, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di salên berê de me bi 300 lîreyan 2-3 koliyên erzaq dikirîn. Lê niha bi heman pereyî mirov bi zorî koliyekî tije dikin. Heta par jî koliyek bi 120 lîreyan tîje dibû lê îsal heman kolî bi 260 lîreyan tije dibe. Hejmara xêrxwazan ji sedî 50 kêm bûye. Sedema vê jî bihabûna her tiştekî ye. Me par 600 kolî belav kirin lê îsal heya niha me tenê 200 kolî belav kirine."