TUÎK: Enflasyon ji sedî 61 e ENAG: Enflasyon ji sedî 142 ye 2022-04-04 11:27:47 ENQERE - ENAG’ê daneyên dawî yên enflasyonê par vekir û got ku ji sedî 142,63 ye. Di heman demê de TUÎK’ê jî enflasyon weke ji sedî 61,14 ragihand.    Daneyên enflasyonê yên meha adarê hatin aşkerakirin. Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK); Endeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) di meha adara 2022’yan de li gorî mehek berê ji sedî 5,46, li gorî meha kanûna salek berê ji sedî 22,81, li gorî heman roja salek berê ji sedî 61,14 û li gorî nîvekiya 12 mehan jî ji sedî 29,88 zêde bûye.    Li gorî vê yekê; di meha adarê de enflasyon ji sedî 5,6 zêde bû û li gorî nîveya salê bû ji sedî 61,14.    ‘HERÎ ZÊDE JÎ DI VEGUHESTINÊ DE ÇÊBÛ’   Li hemberî vê; li gorî adara par, îsal enflasyona di veguhestinê de ji sedî 99,12, di xurek û vexwarinên bêalkol de ji sedî 70,33 û di alavên malê de jî bû ji sedî 69,26. Her wiha di tenduristiyê enflasyon ji sedî 34,95, di cil û bergan û pêlavan de ji sedî 26,95, di perwerdeyê de ji sedî 26,73 û di ragihandinê de ji sedî 18,08 hat destnîşankirin.   ENAG: ENFLASYON JI SEDÎ 142,63 YE   Li gorî daneyên Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) ku ji aborînasên serbixwe pêk tê, E-TUFE di meha adarê de ji sedî 11,93 zêde bû. E-TUFE ya di nava 12 mehan de jî weke ji sedî 142,63 hat destnîşankirin.