ZMO: Deynê cotkaran 230 milyar TL ye 2022-03-20 09:03:23 ENQERE - Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê Bakî Remzî Sûîçmez, diyar kir ku ji ber ku Qanûna Çandiniyê nayê pêkanîn dewlet deyndarê cotkaran e û deynê cotkaran bi giştî 230 milyar TL ye.  Tirkîye ji ber ku di warê gubre, mazot, êm, tov û dermanên çandiniyê de pêgirtiyê derve ye, cotkar di vî warî de bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin. Zêdebûna van mesrefên hilberînê barê cotkaran girantir dike. Li gor daneyên Odeya Endezyarên Çandiniyê (ZMO) ji van mesrefan tenê gubre ji sedî 100 zêde bûye.    Serokê Desteya Rêvebir a Odeya Endezyarên Çandiniyê ya girêdayî Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Bakî Remzî Sûîçmez, mijara navborî ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.   Sûîçmez, diyar kir ku fiyetê mesrefên hilberînê ji roja roj de mesele ye û sedema vê jî kesîdekirina saziyên çandiniyê ye. Sûîçmez, da zanîn ku fiyetên gubre di navbera 15-20 hezar TL'yş de diguherin û got: "Jixwe gubre mesref bû, lê piştî saziyên cemaweriyê hatin firotin sektora taybet jî li gor dilê xwe hereket dike. Fiyetê gubreyên biazot firiyan. Ji ber vê cotkar zeviyên xwe gubre nekirin. Ev jî dê bibe sedema kêmbûna rekolteyê."   Sûîçmez, destnîşan kir ku ger tevdîr neyên girtin dê krîza qût kûrtir bibe û ji ber vê jî dê cotkar dev ji çandiniyê berdin.    Her wiha Sûîçmez, anî ziman ku ji ber hişkesaliyê jî rekolte kêm bûye û Ofîsa Mahsûlên Çandiniyê (TMO) jib o ferqa di navberê de kêm bike zexîre ji derve stendiye. Sûîçmez, bibîr xist ku TMO'yê ji bo tona genim 2 hezar û 700 TL fiyet daye ber cotkaran, lê belê ji derve tona genim bi 5 hezaran stendiye û ji ber vê cotkar berên xwe nefirotine TMO'yê.    DEYNÊ COTKARAN   Sûîçmez, bal kişand ser gotinên hikûmetê ku gotibû "Di çandiniyê de tu pirsgirêk tune ne û deynê cotkaran tune ye." Sûîçmez, bilêv kir ku ev gotin dûrî rastiyê ne û got, 170 milyar deynê bankeyên cemaweriyê û 60 milyar jî yên sektora taybet li cotkaran e. Sûîçmez, destnîşan kir ku ev cihêf ikarên mezin e û demildest divê ji bo vê tevdîr bên girtin. Sûîçmez, diyar kir ku Bankeya Zîraatê krediyên çandiniyê kêm kirine û banke ji dêvla krediyeke guncan bide cotkaran liq adine din veberhênaniyê dike û got: "Bankeyeke ku armanca wê piştgiriya çandiniyê bike, alîkariya cotkaran nake."   ‘DEWLET DEYNDARÊ COTKARAN E'   Sûîçmez, diyar kir ku li gor Qanûna Çandiniyê ya di 2006'an de hatiye çêkirin, her sal divê dewlet ne kêmî ji sedî yekê Hasileya Safî destekê bide cotkaran, lê belê hikûmetê heya 2022yan jî li gor qanûnê hereket nekiriye û deyndarê cotkaran e.