Serokê Şeker Îş'ê: Bi arizîkirina fabrîqeyên şekir, derî li fîrmayên DYA vedikin 2018-03-01 10:07:11 BURDUR - Serokê Şaxa Şeker Îş'ê ya Burdurê Mustafa Onay, diyar kir ku li ser navê "fabrîqeyên şekir zerar dikin" dixwazin fabrîqeyan arizî bikin û pêşkêşî fîrmayên DYA'yê bikin. Onay, anî ziman ku bi arizîkirinê dê firmaya Cargill a DYA bêtir maddeya tamê bifiroşe Tirkiye.  Hikûmeta AKP'ê bi hinceta "Zerar dikin" ji 25 fabrîqeyên şekir dê 14 fabrîqeyan arizî bikin. Piştî dîroka îhaleyê bidin dê fabrîqeyan arizî bikin. Tirkiye di hilberîna şekir de di cîhanê de di rêza 12’emîn de ye. Di qada çandiniya pinçarê şekir de jî Tirkiye di cîhanê de di rêza 5’emîn de ye. Fabrîqeyên şekir salê 3 milyar dolar li butçeya Tirkiye zêde dike. Salê 250 karker debara xwe hilberîna pinçarê şekir û fabrîqeyên şekir dike. Tevî çandinî û çotariyê nêzî milyonek mirov debara xwe bi şekir dike. Piştî fabrîqeyên şekir bên arizîkirin ev hêjmara karker û rençberan dê kêm bibe. Der barê biryara AKP'ê ya arizîkirina fabrîqeyên şekir de Serokê Şaxa Şeker Îş'ê ya Girêdayî Turk-ÎŞ'ê ya Burdurê Mustafa Onay, bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku divê fabrîqeyên şekir neyên arizîkirin.  Onay, anî ziman ku ew ne alîgire ku fabrîqeyan bifiroşin kartelên mezin û wiha got: "Divê modela rêveberiya kooperatifê ya ku karker jî di navde cih digirin bê avakirin weki modelên Yekîtiya Ewropa (YE) û Dewletên Yekbûyî yên Emererîka) divê karker û rençber jî di nava rêveberiyê de cih bigirin.    ‘FEBRÎQE ZERAR NAKIN'   Onay, anî ziman ku ji 14 fabrîqeyên bên firotin yek jê li Bûrdûrê ye û wiha got: "Bi lez û bez biryara arizîkirinê dan. Ev biryarek şaş e. Demek berî niha Saziya Şekir hat girtin. Saziya şekir, saziya ku fabrîqeyên şekir kontrol dikir û venertina wan dikir. Bi girtina van saziyan nêviyê fabrîqeyan arizî kirin.  Onay, anî ziman ku bi hinceta "Fabriqeyên şekir zerar dikin" arizî dikin û wiha got: "Gel şaş agahdar dikin. Tu zerara van fabrîqeyan tune ye. Karek mezin dikin. Dema bên lêkolin bikin vê yekê aşkere dibînin. Şekir hem xwecihî ye û hem jî berhemekî pir stratejîk e.    ‘FÎRMAYÊN DYA DÊ BÊTIR MADDEYÊN TAMÊ BIFIROŞIN'   Onay, anî ziman ku ji bo ranta hin kesan fabrîqeyan arizî dikin û bi firotina fabrîqeyan dê DYA karibe bêtir maddeyên tamê bifroşe. Dê rê li pêş fîrmayên DYA veke. Dê rê li pêş şîrketa tamê ya Cargill a DYA veke. Bi firotina şekirê bi tam dê şekirê bê qalîte bê firotin. Ev yek dê zerarê bide tenduristiyê. Dê bi xwe re gelek nexwiyên din ava bike.    ‘PIŞTÎ 5 SALAN GARANTIYA WAN TUNE'   Onay, anî ziman ku heta 5 salan garantiye personelan û fabrîqeyê dide, lê piştî 5 salan dê garantiya statuya 4/B  ne diyar be û wiha got: "Heta 5 salan garantiya kar dide personelan. Lê piştî 5 salan çi bibe ne diyar e. Di nava 5 salan de rîska ku 4 hezar û 500 karker betal bimînin heye.    ‘LI ŞÛNA FABRÎQEYAN DÊ AVM Û REZÎDANS BÊN AVAKIRIN'    Onay, destnîşan kir ku ev plan û bername bi awayekî rast ji hilberîner, karker û nakliyatvanan re nayê parvekirin û piştî pêvajoya îhaleyê bi dawî bibe dê dê gelek avahiyên fabrîqeyan bikin avahiyên cemaweriyê û qada xebatê teng bikin. Onay, da zanîn ku dê li şûna fabrîqeyan avahiyên AVM û rezidansan ava bikin.  Onay, herî dawî da zanîn ku li şûna bi lez û bez arizî bikin diviya bû di nava pêvajoya 10 salan de bihata arizîkirin û polîtîkayen hilberîna stratejik ji nûve di ber çavan re hatibana derbas kirin. Diviya bû modela DYA ya arizikirinê li ber çavan hatibaya girtin. Bi vî rengî dibe ku di nava 5 salan de fabrîqeyên şekir êdî nikaribin kar bikin.    MA / Ahmet Kanbal