Çalakiyên karkeran dibin cihê hêviyek mezin 2022-02-13 09:11:41   STENBOL - Çalakiyên karkeran ên li dijî bihabûnê pêl bi pêl zêde dibin. Ev yek ji bo derdorên ku mafên wan tên desteserkirin dibe cihê hêviyek mezin.    Liv û tevgera karkeran a 6 mehên dawî, ji bo derdorên mafên wan tên xespkirin dibe cihê hêviyek mezin. Çalakiyên ku di mehên dawî yên sala borî de dest pê kirin her diçe berfirehtir û berbelavtir dibin. Karkerên ku li dijî meaşê kêm, xebata zêde, xebata bê sîgorte û ne ewle radibin û dadikevin kuçeyan, bi van çalakiyên xwe mafên xwe bi dest dixin.    ÊN DEV JI KAR BERDIDIN BI SER DIKEVIN   Li Stenbolê karkerên Fabrîkeya Alpîn Çorapê 3 wardiyeyan kar dabûn sekinandin. Piştî vê kardêr paş de gav avêtibû û karker bi ser ketibûn. Bi vê têkoşîna karkeran re meaşê wan 2 hezar û 500 lîre hatibû zêdekirin.    Li Stenbolê karkerên Fabrîkeya Oztaş Çorapê jî li ber zema hindik rabûbûn. Karkeran di 6'ê Sibatê de dev ji kar berdabûn. Piştî ji sedî 90'ê daxwazên wan hatibûn qebûlkirin di 9'ê Sibatê de çalakiya xwe bi dawî kiribûn û meaşê wan ji 5 hezar û 400 lîreyî bûbû 6 hezar û 500 lîre.    Hin çalakiyên karkeran ên didomin ev in:   KONTAQ GIRTIN BI SER KETIN   Karkerên Trendyol Expresê di 24'ê Çileyê de li ber pêşniyaza şîrketê ya zema ji sedî 11 li Stenbolê çalakiya kontaqgirtinê li dar xistibûn. Lê di 26'ê Çileyê de meaşê wan ji sedî 38 hatibû zêdekirin û çalakiya xwe bi dawî kiribûn. Her wiha di 29'ê Çileyê de karkerên hepsîJET û Scottyê jî bi heman daxwazê qontaq girtibûn. Piştî wan karkerên kargoya Yûrtîçî, Aras û Suratê jî heman çalakî li dar xistin.    Kuryeyên Yemeksepetiyê û Banabiyê jî di 1'ê Sibatê de li ber meaşê kêm rabûn. Karkerên ku li Stenbol, Îzmîr, Enqere, Mêrsîn û gelek bajarên din kontaq girtin, diyar dikin ku heya daxwazên wan neyên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin.    KARKERÊN MÎGROSÊ: EM Ê BI SER BIKEVIN   Karkerên depoyê yên Mîgrosê jî di 3'yê Sibatê de dest bi çalakiya devjikarberdanê kirin. Karkerên dest bi çalakiyê kirin ji kar hatin derxistin. Çalakiya katkeran a li ber depoyê didome. Karker dixwazin serê saetê 4 TL bê zêdekirin, prîmên wan bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin, ji bo tenduristî û ewlehiya kar tevdîr bên girtin û 257 karkerên ji kar hatine derxistin cardin vegerin ser kar. Karkeran, ragihand ku heya bi ser bikevin dê li ber xwe bidin.    KARKERÊN DARÎNDA ÇORAPÊ   Li Beylîkduzuya Stenbolê karkerên Fabrîkaya Darînda Çorapê jî li ber meaşê hindik rabûn. Karker dixwazin meaşê wan ji sedî 70 bê zêdekirin. Yanî meaşê wan herî kêm bibe 6 hezar û 500 TL.    BERXWEDANA KARKERÊN FARPLASÊ DI ROJA 25'AN DE YE   Li Gebze ya Kocaeliyê karkerên Fabrîkaya Farplas Otomotîvê jî di 20 Çileyê de ji bo meaşê wan ji sedî sed bê zêdekirin, dema kar ji 12 saetan bibe 8 saet û ferqa ji sedî 10 bê dayîn dest bi çalakiyê kirin. Karkeran daxuyand ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê li ber xwe bidin.    KARKERÊN CORAZONÊ   Li navçeya Dîlova ya Kocaeliyê jî karkerên Fabrîkeya Corazon Ambalasê ji ber ku 2 sal in meaşê karkeran dereng dide û 3 meh in meaş nedane, di 1'ê Çileya 2022'yan de dest bi çalakiyê krin. Çalakiya karkeran didome.    Li Alîga ya Îzmîrê jî karkerên keştiyan ên Kalkavan, Leyal û AGS'ê ji ber meaşê kêm dev ji kar berdan. Karker dixwazin heqdesta hosteyên keştiyê 500, ya karkerên liq adê 450, ya operatoran 400 û ya şagirtan 350 TL be.    Li Dîlokê jî karkerên Bade Îplîkê bi daxwaza meaşê wan bibe 5 hezar û 500 lîre û mehê 300 lîre prîm bê dayin û karkerên Bade Haliyê jî ji bo meaşê wan herî kêm bibe 7 hezar û 500 lîre dev ji kar berdan. Çalakiya karkeran ji 11 Sibatê ve didome.    Li Rihayê jî karkerên Fabrîkeya Ûgûr Tekstîlê di 22'yê Mijdara 2021'ê de dest bi çalakiyê kirin.