SES’ê xwest ku Gonul Erden bê berdan 2022-02-12 13:41:17   ENQERE - Lijneya Nûneran a Navendê ya SES’ê bi daxuyaniyekê xwest ku hevseroka wan a berê Gonul Erden bê berdan.    Sendîqeya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) piştî civîna xwe 5’emîn a serdema 10’emîn a Lijneya Nûneran a Navendê, ji bo hevseroka xwe ya berê Gonul Erden daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de endamên Lijneya Nûneran a Navendê jî amade bûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Giştî ya SES’ê Selma Atabey ve hat xwendin.    Atabey diyar kir ku Erden bi awayekî derhiqûqî tê girtin û wiha got: “Hevala me bi awayekî derhiqûqî hat girtin. Niha jî nahêlin bi hevalên xwe re hevdîtinê bike û tê tecrîdkirin. Em vê îzolasyon û tecrîdê qebûl nakin. Erden, tenê bi rêya parêzerên xwe dikare bi derve peywendiyan dayne. Hemû xebatên sendîqayî û yên ji bo têkoşîna demokratîk ên Erden weke sûc hatine hesibandin. Girtiyan Erden, encama êrişa li dijî sendîqeya me ye. Daxwaza me ew e ku hevseroka me Erden di zûtirin dem de bê berdan.”