Xelkê Amedê zem protesto kirin 2022-02-08 13:41:30   AMED - Endamên Emeklî-Sen’ê ji bo protestokirina fatûreyên zêde û zeman, çalakî li dar xist. Çalakvanan da zanîn ku ji bo şert û mercên jiyaneke mirovane, dê li her deverê van daxwazên xwe bînin ziman.    Endamên Sendîkaya Teqawidbûyan (Emeklî-Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîqayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), ji bo protestokirina zemên li ceryan, av, xaza xwezayî û sotemeniyê hatine kirin, çalakî li dar xist. Çalakvan, beriya daxuyaniyê çûn serdana esnafan. Piştî serdanê jî Hevserokê Şaxa Emeklî-Sen a Amedê Vahap Guney axivî û diyar kir ku di halê hazir de civak nikare di şertên jiyaneke asayî de bijî.    DAXWAZÊN ÇALAKVANAN   Gunay di berdewamê de jî anî ziman ku daxwazên wan pir xwezayî ne û wiha domand: “Em dixwazin jiyaneke mirovane bijîn. Me xwest bi vê çalakiya xwe zemên li zemên li ceryan, av û kirêyên avahiyan hatine kirin, protesto bikin. Em ne tenê ji 3-5 kesan pêk tên, em bi milyonan kes in. Esnafên ku em çûbûn serdana wan jî dibêjin ku nikarin fatûreyên xwe bidin. Lêçûnên ku heta niha di navbera 2 hezar û 2 hezar û 700 lîreyan de, niha derketine 9 heta 9 hezar û nîvan. Wekî îro, em ê daxwazên xwe li her deverê bînin ziman.”    Esnafekî TOKÎ’yê ku beşdarî çalakiyê bûbû jî ji ber zemên heyî xwe nerazî kir û da zanîn ku ji ber fatûreyên zêde, dê neçar bimînin ku dikanên xwe bigirin.