HDP’ê ji bo kedkarên tenduristiyê banga piştevaniyê kir 2022-02-07 13:28:46   ENQERE - HDP’ê banga piştevaniya çalakiya kedkarên tenduristiyê ya dest ji kar berdanê kir.    Hevberdevkê Komîsyona Polîtîkayên Tenduristiyê û Civakî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dr. Samet Menguç têkildarî piştevaniya çalakiya greva kedkarên tenduristiyê ku dê sibê li dar bixin, daxuyanî da.    Daxuyanî nivîskî bi îmzeya Dr. Samet Menguç hat belavkirin. Menguç di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew xwedî li daxwaza rewa û mafdar a kedkarên tenduristiyê derdikevin û wek partiyê piştevaniya dest ji berdana kar a kedkarên tenduristiyê dikin. Menguç anî ziman ku kedkarên tenduristiyê dê sibê dê bi dengek berz û gur polîtîkaya tenduristiyê ya AKP’ê protesto bikin û kedkarên tenduristiyê dê bersiva polîtîkayên şaş û nebaş bidin. Menguç destnîşan kir ku êdî li Tirkiyê xizmetek biqalîte ya tenduristiyê nemaye û wê kekdar li dijî vê û şert û mercên xwe yên kar sibê li hember îktidarê serê xwe rakin. Menguç got ew wek partiyê bang li her alî dikin ku piştevaniya kedkarên tenduristiyê bikin û divê kedkarê tenduristiyê bi tenê neyên hiştin û piştevaniya çalakiya wan bê kirin.