Bi hezaran kes li dijî zeman derketin kolanan 2022-02-04 16:41:49 AGIRÎ - Li navçeya Bazîdê, bi hezaran kes li dijî fatoreyên ku ji ber zema hatiye kirin ji wan re zêde hatine derketin kolanan. Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê, bi hezaran kes di serî de ceyranê bi armanca şermezarkirina zemên ku hatine ser xurekan derketin kolanan û meş li dar xistin. Li kolana Înegolê, bi dûrişmeya "Ev zilm e" , "Hikûmet îstifa" heta ber Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Arasê meşiyan û li vir çalakiya xwe bi çepik û dûrişmeyan berdawam kirin.    Ji ber şermezarkirinan avahiya Aras EDAŞ'ê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.