Karkerên Farplasê çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê 2022-02-02 14:05:28   KOCAELÎ – Karkerên Farplasê ji bo ku hevalên wan ên ji kar hatine derxistin dîsa vegerin ser karê xwe û mafên xwe yên sendîqayî dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakî didome û karkeran niha jî çalakiya xwe veguhestin ber deriyê febrîqeyê.    Çalakiya karkerên Febrîqeya Otomotîv a Farsplasê ya li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Pîşesaziya Pisporî Peydakirina Otomotîv a Gebze ya Kocaeliyê (TOSB) ku ji bo hevalên wan ên ji kar hatine derxistin dîsa vegerin ser karê xwe û mafên xwe yên sendîqayî dabû destpêkirin, berdewam e. Karkeran çalakiya xwe niha jî veguhestin ber deriyê febrîqeyê. Karkerên ku li ketina TOSB’ê hatin cem hev, dirûşmên ‘Bila karkerên ji kar hatin derxistin dîsa wergirin’ , "Em ê bi berxwedanê ser kevin” û "Karkerên Farplasê bi tenê nînin” berz kirin û li pêşiya febrîqeyê meşiyan. Piştre jî daxuyaniyek hat dayîn.    Di daxuyaniyê de hêzên ked û demokrasiyê jî amade bûn. Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa Hejmar 2 ya Bîrleşîk Metal-Îş’ê Necmettîn Aydin axivî û wiha got: “Di esasê xwe de kesên karên derqanûnî dikin, karmend bi xwe ne. Karker ji bo bidestxistina mafên qanûnî têdikoşin. Em gelek pê xweş nînin ku di vê sermayê de dev ji mal û zarokên xwe berdin û werin vê derê. Em, mafên xwe yên di qanûna kar de heyî dixwazin û hêviya me ew e ku soza ji bo me hatiye dayîn bi cih bînin. Ji deriyê mala karmendan heta pêşiya holdîngên wan, her dever dê bibe qada têkoşîna me. Ji vir û şûnde em ê têkoşîna xwe li vir bidomînin.” Çalakvanan piştî axaftinan govend gerandin û çalakiya xwe didomînin.