Fatûreyên giran li dikanan 'Me dişêlînin' tên daliqandin 2022-02-02 09:08:02 ÇEWLIG - Li Çewligê xwediyê dikanekê ji bo bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên zêde hatine bide li ser cama nivîsîbû, "Me dişêlînin." Piştî vê gelek esnaf fatûreyên xwe yên zêde hatine, tînin bi cama vê dikanê vedikin. Li Çewligê berber Sadîm Balat û Erhan Bayantemûr, ji bo bertek nîşanî fatûreyên giran ên ceryanê bidin fatûreya xwe ya ku berê 300 lîre dihat û niha hezar û 50 lîre tê, bi cama dikana xwe vekiribûn û li ser nivîsîbûn "Me dişêlînin! Ji zilma TEDAŞ'ê re na". Piştî vê nûçeya Ajansa Mezopotamyayê esnafên din jî fatûreyên xwe anîn li vê dikana berber daliqandin.    Her wiha piştî ev bertek berbelav bûye Midûriyeta Giştî ya TEDAŞ'ê telefonî her du şirîkan kiriye û gotiye li herêmê karbidestî di destê Aksa Firat Elektrîkê de ye. Vê carê jî her du şirîk nivîsa "Me dişêlînin. Ji zilma Aksa Firatê re na" bi cama dikana xwe vekirine.      BETALÎ Û FATÛREYÊN GIRAN   Sadîm Balat, anî ziman ku 3 kes li dikanê dixebitin û got: "Kar tune, dikan vala ye. Hefteya borî ji ber berfê dikan hefteyekê girtî ma. Lê fatûreya meha borî 300 lîre bû, lê ya vê mehê hezar û 100 lîre hat. Li dikanê ji xeynî makîneya fonê ttu tişt nayê şixulandin. Li dikanê ji xeynî makîneya fonê tiştekî din tune ye."    Balat, axaftina Serokkomarê AKP'î Erdogan a têkildarî fatûreyan de bibîrxist û got: "Bila werin fatûreyan bibînin. Tişta em êvarî dikirin, em nikarin serê sibehê bikirin. Her tişt pir biha bûye. Ev qas zem tê kirin, lê em fiyet biha nakin. Çimkî kar tune ye. Gava em biha bikin dê mişterî nemînin."    Erhan Bayantemûr jî got: "Dikana me 8 metrekare ye. Kar tune ye, lê fatûre ev qas zêde hat. Em şaş man. Ji ber fatûreyê em sobê vênaxin em xwe bi montên xwe germ dikin. Ger wiha bidome em ê dikanê bigirin."    Bayantemûr, bilêv kir ku ji ber van fatûreyan hêrs bûne û got: "Çawa çav pê ketim, ji bo bertek nîşan bidim min nivîsî 'Me dişêlînin' û min ev bi cama dikanê vekir. Ma heq e? Ev diz in. Mirov tên ber dikanê û bertek nîşanî fatûreyên giran didin. Wêne digirin û ji ber ku me tiştekî wiha kiriye me pîroz dikin."    SOYGÛN   Mîkaîl Bozan ku li dikana berbe dixebite, fatûreyan wekî "şêlandinê" nirxand. Bozan got: "Sedema van zeman polîtîkayên şaş ên hikûmetê ne. Dixwazin me bi vî awayî terbiye bikin. Ev pergal bi vî awayî nadiome."    Cûma Karaaslanê ku di ber dikanê re derbas bû got berteka "Me dişêlînin" bertekek di cî de ye û got: "Madem ew qas wêrek in bila KDV'ê rakin. Ger wêrektir bin bila bêjin 'ên van zeman dikin ne em in.'"    Welatiyekî din jî zemên tên kirin wekî "bêedaletiyê" pênase kir.    MA / Cengîz Ozbasar