'Tirkiye dixwazin dost wê li bazarê bibînin' 2017-10-05 13:38:11 ENQERE – Tirkiye û Îranê peymana bazirganiyê ya 30 milyar dolar îmze kir. Aborînas Mustafa Sonmez, diyar kir ku Tirkiye dixwaze dost wê li bazarê bibînin. Piştî Herêma Federal a Kurdistanê referanduma serxwebûnê pêk anî û di navbera Tirkiye û Barzanî de rageşî derket, Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyip Erdogan duh çû Îran ziyaret kir. Erdogan bi Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî re hat cem hev û peymana bazirganiyê îmze kir. Di peymanê de diyar kirin ku dê pereyên neteweyî di bazirganiyê de esas bigirin û sektora turîzmê mezin bikin. Dîsa armanca 35 milyar dolar bazirganiya ku dabûn pêş xwe ku di sala 2015'an de pêk bînin pêk neanin. Niha mezinbûna bazirganiyê daxistin 30 milyar dolarî.     Li gorî daneyên TUÎK'ê di navbera Tirkiye û Îranê de îstatîstîkên ji sala 2007'an heta 2016'an wiha ye: Di sala 2007'an de 8.056 milyar dolar, di sala 2008'an de 10.299 milyar dolar, di sala 2009'an de 5.430 milyar dolar, di sala 2010'an de 10.689 milyar dolar, di sala 2011'an de 16.051 milyar dolar, di sala 2012'an de 21.886 milyar dolar, di sala 2013'an de 14.575 milyar dolar, di sala 2014'an de 13.719 milyar dolar, di sala 2015'an de 9.760 milyar dolar û di sala 20167an de jî 9.661 milyar dolar bazirganî pêk hat.    TIRKIYE TU CARÎ NEGIHIŞT ARMANCA XWE   Dema mirov li daneyên TUÎK'ê yên 10 salên dawî yên bazirganiya Tirkiye û Îranê binere, tê dîtin ku Tirkiye qet nêzî hedefa xwe nebûye. Di 10 salên dawî de Tirkiye li henberî Îranê 42,547 milyar dolar ket bin deynên derve. Her çend Tirkiye armanc kir ku bi 30 milyar dolaran bazirganiyê bike jî di 10 salan de gihişt 38,759 milyar dolaran.    ABORÎNAS SONMEZ: TIRKIYE DIXWAZE DOST WÊ BI BAZARÊ BIBÎNIN   Aborînas Mustafa Sonmez, têkildarî hewldanên Tirkiye û Îranê axivî û wiha got: "Tirkiye di sala 2015'an de armanc dikir ku bi Îranê re  30 milyar dolar bazirganiyê bike. Ev pêk nehat. Bi hesabê 'bila dost me li bazarê bibînin' tev digerin. Bazirganiya Îranê li gorî Tirkiye pir zêde ye. Îran Enerjiyê difiroşe Tirkiye. Li hemberi wê mal distîne. Bazirganiya bi pereyên neteweyî (cihî) ne karekî ku Rêxistina Bazirganiya Cîhanê (ÎMF) û hêzên kurevî erê dikin e. Pêdiviya Îran û Tirkiye ji dovîzan heye. Ger ku tiştekî wisa hebe DYA dê çawa nêzîk bibe ew jî muhîm e. Tirkiye wekî welatekî  Avrasya dixwaze xwe bide nîşan."    Sonmez, anî ziman ku Tirkiye ji navikê ve bi ewropa ve girêdayî ye. Deynê Tirkiye yê derve 432 milyar dolar e. Hemû bazirganiya Tirkiye bi welatên rojava re ye. Pêdiviya Tirkiye bi dowîzan heye. Pêdiviya Îranê bi TL tune ye. Di vê serdemê de bingeha bazirganiya taqasê tune ye.    MA / Denîz Nazlim