Tîcarên sewalan vala diçin û vala vedigerin 2018-02-16 09:06:44 AGIRÎ – Cotkarên li Borseya Sewalan a Agiriyê diyar kirin ku karê xwedîkirina sewalan û têcirin baş naçe û bi salan e bi qirîzek wiha nû re rû bi rû mane û şerê diqewime krîza aborî kûr dike. Ji ber polîtîkayên hikumetê her ku diçe ji êmê sewalan bigire heta sotemeniyê her tişt biha dibe. Bihabûn û zema li welat bandorê li Borseya Sewalan a Agiriyê jî kir û welatî nema dikarin kar bikin. Têcirên sewalan li gel hewa sar bi berbanga sibê re radibin diçin Borseya Sewalan û êvarê jî dest vala vedigerin malên xwe.    ‘HER TIŞT BIHA YE’    Nurettîn Topçu yê 9 sal in li Borseya Sewalan notirvaniyê dike û di heman demê de sewalkariyê dike, anî ziman ku ji ber bihabûna êm û sotemeniyê êdî ew hatine wê rewşê nikarin sewalan xwedî bikin û êdî ew nikarin ji bo bazariya sewalan dest bidin destê hev.    ‘ŞER Û QIRÎZ REWŞÊ NE BAŞ DIKE’   Kemal Baybuk ê têciriya sewalan dike da zanîn ku ew serê sibê zû sewalan tîne bazarê û wiha got: “Rewşa me ne baş e. Piyase qet ne baş e. Çunkî şer heye û ev şer qirîzê bixwe re tîne. Berê rewşa me baş bû. Lê îsal hatiye wê astê ku em nikarin zarokên xwe xwedî bikin.”    ‘EM JÎ NIZANIN EM Ê ÇIBIKIN’    Esnaf Yasîn Kanat jî diyar kir ku sewalên wî payîzê sitendiye di axûrê de xwedî dike û sewalek bi 7 hezar TL’yî sitendiye, lê ji bo xwedîkirina sewalekî 9 hezar û 500 TL mesfer kiriye. Kanat got ku ew jî nizanin dê çibikin û di her tiştî de zerarê dikin.    ‘NEXWEŞÎNA ŞAPÊ DERKET’    Huseyîn Denîz ê ciwan ku têciriyê dike jî ev tişt anî ziman: “Hikumetê mirovan anî wî halî ku her kes perîşan bûye. Sewalên mehek berê me bi 3 hezar TL’yî dikirî, niha em bi 5 hezar TL’yî dikirin. Nexweşiya şapê jî her ku diçe belav dibe. Ji bo firotina sewalan her roj wesayîtê digirim û 8 kîlo mîtro rê diçim. Em ji berîka xwe pereyê mazot, êm û kepekê didin. Kar tune û têcir tune. Rewşa me qet baş naçe.”    ‘DIXWAZIN SEWALKARIYÊ XELAS BIKIN’    Melîk Çarti yê sewalkariyê dike jî ji ber qirîza aborî kirîn û firotina sewalan aniye asta xelasbûnê û got: “Bi îthala goşt bazara sewalan jî xelas kirin. Dewlet dizane ku li vê herêmê debara gel li ser sewalkariyê ye. vê yekê jî xelas kir.”    ‘Ê WAN KÊF Û KREDÎ YE, YÊ ME JÎ ZERAR E’    Ozcan Kaya yê ji gundê Êxtê sewalên xwe anî bazarê jî wiha got: “Em nizanin dê ev rewşa xerab heta ku biçe. Ev 6-7 meh in em lêçûnê li ser sewalan dikin. Sewalên me zivistanê xwedî dikin jî nîvî ziyan dibe. Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê têcir û cotkar kêf kêfa wan e û dikarin kredî bistînin. Lê yê me jî zerar para me ye û kredî nadin me. Nexweşîna şapê ji nû ve derket. Ev nexweşîna sewalan niha li serê me bûye bela. Divê hikûmet li pêşiya mirina sewalan bibe beytar.”    MA / Mujdat Can