'Rêxistinbûyîna karkerên motorkurye ji bo karkerên din jî bû hêvî' 2021-08-29 09:05:17 STENBOL -Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, anî ziman ku rêxistinbûyîna di Yemeksepetiyê de ji bo karkerên di heman warî de dixebitin bûye cihê hêviyê û got: "Ev bi tenê jî serketinek mezin e û teqez em ê vê bi peymana giştî bilind bikin."    Yemeksepetî ku kargeheke onlayn a xwarinê ye, ragihandibû ku bi şewbê re sektora e-ticaret û danûstandina onlaynê mezin bûye. Cîgirê Midûrê Giştî yê Şîrketê Îlke Şenturk Oksuz ragihandibû ku sîpraîşên rojane bi ser 600 hezarî ketine û hejmara bikarhêneran jî bi ser 19 milyonan ketiye.    Barê bi sedhezaran sîparîşên şîrketê jî li ser milê karkeran e. Karker rojê 10-12 saetan dixebitin û şertên tê de dixebitin jî giran in. Di dema şewbê re şert û mercên kar girantir bûn. Ji ber vê karker xwe birêxistin kirin. Karkerên ku bûn endamên Sendîkaya Karkerên Veguhastinê (TUMTÎS), bi hin astengiyên kardêr re rû bi rû man. Çendî astengî hatibin danîn jî TUMTÎS, serî lI Wezareta Xebatê da û belgeya karbidestiyê girtin û mafê peymana giştî bi dest xist.    Serokê Giştî yê TUMTÎS'ê Kenan Ozturk, behsa pêavjoya rêxistinbûyîna karkerên Yemeksepetiyê kir. Ozturk, bilêv kir ku ji serê salê heya niha rêxistinbûyîna xwe dikin û kardêr jî ji bo pêşî li ber vê rêxistnbûyînê bigire, ji guherandina koda senifandina kargehê bigire gelek rêbaz ceribandine.    Ozturk, destnîşan kir ku qada ku rêxistinbûyîna wê dikin qadeke belawela ye û kardêr jî sûd ji vê belawelabûnê girtine û hewl dane pêşî li ber sendîkayîbûnê bigirin. Ozturk got: "Bêrêxistinbûyîna di vê sektorê de, bi rêxistinbûyîna UPS Kargo ya sendîkaya me hatiye şikandin. DHL û Aras Kargo jî ev yek kirin."    Ozturk, bilêv kir ku ji ber ezmûnên xwe yên di vê sektorê de li Yemeksepetiyê jî dest birêxistinbûyînê kirine û got: "Rêxistinbûyîna li vir, ji bo karkerên vê qadê bû cihê hêviyê û rêxistinbûyîneke ku dê bandorê çarenûsa hemû kûryeyên zexîre bike. Ev bi tena serê xwe serketineke mezin e û teqez em ê vê bi peymana giştî bilind bikin."    190 KURYE JIYANA XWE JI DEST DAN   Ozturk, diyar kir ku di dema pandemiyê de danûstendina onlayn zêde bûye û bi vê re kurye rojê 10-12 saetan dixebitin û karkerên sendîkayî ji bo xebata di ser 8 saetî re heê mesaiyê distînin. Ozturk, destnîşan kir ku ji ber pêkanîna pûankirinê û zextên ji bo lezbûînê, qezayên trafîkê yên motorkuryeyan zêde bûne û di dema pandemiyê de herî kêm 190 motorkurye qeza kirine û jiyana xwe ji dest dane.    Ozturk, diyar kir ku dê desteftiya sendîkayî ya di Yemeksepetiyê de hemû kuryeyên di qadên din de jî bihewîne.    BANGAWAZÎ JI BO RÊXISTINBÛYÎNÊ   Ozturk ji bo dorfirehkirina rêxistinbûyînê bang kir ku hemû karkerên di şertên bêewle de dixebitin di bin banê sendîkaya wan de xwe birêxistin bikin.    MA / Kadîr Guney