Zarok ji bo 20 TL’yî rojê 12 saetan dixebitin… 2018-02-09 09:34:19 WAN - Li Wanê zarokên ku ji gelek qadan nan dibin loqenteyan, ji bo 20 TL û 10 nanan, 12 saetan li ser piyan dixebitin.  Li Wanê zarokên ku di navbera kuçeyan de dixebtin balê dikişînin. Zarokên biçûk ên 12 û 15 salî ji serê sibê heya saetên şevê nan dibin loqenteyan. Bê hejmar zarokên ku di firinan de dixebatin, di kuçe û kolanên qerebalix ên bajêr de, neçar dimînin nava rojê bixebitin.    ROJÊ JI BO 30 LOQENTEYAN NAN DIBIN    Hin zarokên ku nan dibin loqenteyan, ji ber durbûna loqenteyan li bîsîkletê siwar dibin û berê xwe didin loqenteyan. Zarokê 15 salî A.K. diyar kir ku 5 mehin vî karî dike û wiha axivî: “Min dest ji dibistanê berda. Karê em dikin pir zor e, lê em neçar in vî karî bikin. Hevalekî min ê din jî dest ji dibistanê berda û vî karî dike. Em serê sibe saet 07.00’an de dest bi kar dikin heya saet 20.00 şevê em dixebitin. Rojê herî kêm em nan dibin 20-30 loqenteyan.”    'EM ROJÊ 20 TL Û 10 NANAN QEZENC DIKIN'   Zarokê 13 salî F.G. jî, anî ziman ku ji ber bavê wî nexweşe vî karî dike û wiha got: “Bavê min nexweş e. Ji ber vê yekê neçar im vî karî bikim. Ger ez ne xebitim, di malê de kesekî ku bixebite tune ye. Ez li Elbakê me, lê ev demek dirêj e em li vir dijîn. Gava nanê loqenteyan xelas dibe, em demildest nan dibin ji wan re. Em rojê 20 TL û 10 nanan qezenc dikin. Şev gava karê me diqede em pare û nanê xwe digirin û diçin mala xwe. Havîn û zivistan ferq nake ji bo me, gava mijar dibe kar, em dixebitin.”