Karkerên demsalî 5 roj in bê av in 2021-07-24 09:01:54 STENBOL - Karkerên kurd ên li navçeya Bîgayê, ragihandin ku 5 roj in ava tê konên wan hatiyye qutkirin û gava ji bo çareserkirina pirsgirêkê hevdîtin bi keya û qeymeqam re kirin, her duyyan jî bi zimanekî cihêkar bi wan re axivîne.  Karkerên ku ji navçeya Sêwreg a Rihayê ji bo kar çûne gundê Pekmezlî yê navçeya Bîga ya Çanakkaleyê, bi rojan e bê av in. Nêzî 800 karkerên ku li konên li derî gund dimînin, ji roja ewil a cejnê heya niha ava wan hatiye birîn. Ji ber vê gundî diçin avê ji mizgeftê tînin. Her wiha karker ji bo vê rewşê şermezar bikin, 5 roj in naçin kar.    DERIYÊ TUWALETÊ QUFIL KIRINE    Karker Şehmûz Çapaz, anî ziman ku ji xeynî qutkirina avê, keyayê gund Ahmet Çakir deriyên serşo û tuwaletan jî qufil kiriye. Çapaz got: "Em jî nizanin ji ber çi girtine."    AVA TANQÊRAN TÊRA WAN NAKE    Cengîz Aktaş ku berpirsiyarê nêzî 80 karkerî ye, anî ziman ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê serî li gelek devera dane, lê tiştek bi dest nexistine. Aktaş, bilêv kir ku keyayê gund Ahmet Çakir bi wan re eleqedar nabe û bi zimanekî cihêkar bi wan re diaxive û got: "Dilopek av jî nayê cem me. Em bi xwe diçin avê ji mizgeftan an jî ji cihokine din dikişînin. Bi tanqêrê avê tînin, lê têra me nake. Li vir nêzî hezar mirov hene."    KEYA: AVA ME ANCAX TÊRA ME BIKE    Aktaş, destnîşan kir ku keyayê gund ji wan re gotiye "Ava me ancax têra me dike, hûn bê av dimînin jî bimînin." Aktaş, anî ziman ku ev tê wateya "bimirin." Aktaş, bilêv kir ku ji ber ku kurd in bi pirsgirêkên bi vî rengî re rû bi rû dimînin û got: "Li vir wekhevî tune ye, cihêkarî heye."    Aktaş, da zanîn ku hevdîtin bi Qeymeqamê Bîgaê Mûstafa Can re kirine û got: "Qeymeqam got, 'Keya, bi xêra xwe avê dide we.' Min jî got, 'Madem keya bi xêra xwe avê dide, nexwe tu li wir çi dikî? Heger tu bixwazî, tu dikarî di nava 24 saetan de vê pirsgirêkê hel bikî.' Lê nekir. Em bê av man."    GEF   Aktaş, destnîşan kir ku hin gundî jî gefan li wan dixwazin. Aktaş, diyar kir ku duh kesekî telefonî wî kiriye û jê re gotiye: "Tu bi rêya çapemeniyê îstifayê li keya ferz dikî. Tu meseleyê gur dikî. Çi karê we li vir heye? Em we naxwazin. Em ê peymana we ya karî fesix bikin û em ê tu pereyî nedin we û we bişînin."    Aktaş, xwest pirsgirêka avê bê çareserkirin.    KEYA QEBÛL NEKIR    Têkilarî pirsgirêkên karkeran me telefonî keya Ahmet Çakir kir, lê Çakir tu tişt qebûl nekir û îdia kir ku pirsgirêka avê ji ber cejnê wisa bûye.