Cotkarên li Dêrikê: DEDAŞ hem ceza dike hem desteka me desteser dike 2021-07-11 10:26:38 MÊRDÎN - Cotkarên li Dêrikê ku trafoyên ceryana wan hatibûn rakirin diyar kirin ku DEDAŞ’ê dest daniye ser desteka ji bo sewal, mazot, gubreyê û fatûreyên ceryana wan di nirxê eraziyên wan de ne. Li herêma Mêrdînê cotkar bi birrîna ceryanê re rûbirû mane. Şîrketa Belavkirina Ceryanê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceryana cotkaran dibire û ev jî dibe sedema bêaviya li ser çandiniyê. Cotkaran piştî çinîna dexlûdanên xwe li eraziyên xwe garis çandin. Komên DEDAŞ’ê li gel leşkeran avêtin ser gundan û ceryanan birrîn û trafoyan rakirin. DEDAŞ hêceta van sepanên xwe “deynê ku çêbûne nedane” nîşan dide. Cotkar jî li dijî îdiaya DEDAŞ’ê dibêjin DEDAŞ rastiyê nîşan nade û divê doza îtîraza ji bo fatûreyan dane vekirin bi encam bibe. Cotkar dibêjin ku ew ê li gorî biryara dozê fatûrayên xwe razînin. Tevî vê pêvajoya dadgehê jî ku didome DEDAŞ’ê dest danî ser trafoyan û ceryanê birrî.    Li mezrayên Kizlerê û Menteşê yên gundên Qesra Qenco bi ser navçeya Derîka Mêrdînê ve di 8’ê tîrmehê de tîmên DEDAŞ’ê û bi sedan leşker bi ser mezrayan ve girt û ceryana cotkarên li van mezrayan kirin. Welatiyan bertek nîşanî DEDAŞ’ê û cendirmeyan dan. Cendirmeyan bi gaza îsotê êrişî welatiyan kir û gule berdan hewayê û li welatiyan dan. Cotkaran gotin ji ber birrîna ceryanê ew nikarin li eraziyên xwe çandiniyê bikin.    JI BÎREKÊ RE MILYONEK CEZA HATIYE BIRRÎN    Mursel Akosy ê ji mezraya Meteşê diyar kir ku DEDAŞ’ê hêcetê deyn daye nîşandan û lê deynek bi awayek fermî hatiye teqezkirin nîne û got: “Li ser vê xeta ceryanê 6 bîr hene. Deynê hemûyan nîne lê DEDAŞ ceryana hemû bîran dibire. Ji bo bîrek ku 100 donim erd av dide milyonek (trilyonek) lîre ceza hatiye birrîn. Fatûreyên xeyalî tên çêkirin û ceza li cotkaran dibirin. Ceryan tine be jiyan jî nîne. DEDAŞ mafê jiyanê yê însanan desteser dike.”    ‘DESTEKÊ JÎ DESTESER DIKIN’    Aksoy da zanîn ku li herêmê bikaranîna ceryana qaçax nîne û got: “Cihê ku DEDAŞ bi cendirmeyan re dagir dike, mal û milkê însana ye. Xetên ceryanê me bi derfetên xwe çêkir. DEDAŞ dest datîne ser van dîrekan û trafoyan jî. Derdê DEDAŞ’ê çi ye, em fêm nakin. Dewletên dinyayê ji bo cotkarên xwe re dibin alîkar, lê yên me zilmê dikin. Dewletê niha ji bo enerjiyê 3 milyar destek eşkere kiriye. Çima dide DEDAŞ’ê. Divê bide cotkaran. Desteka ku didin cotkaran jî DEDAŞ desteser dike. Me garis li vê eraziyê daniye. Me serê donimê hezar lîre mesref kiriye. Bêyî destekê me kir. DEDAŞ serê donimê hezar lîre ceynê ceryanê dişîne. Em ê çawa bikin. Wisa bidome em ê dev ji vî karî berdin. Jixwe bihayê gubre û mazotê tê zanîn. Her tişt xistine destê DEDAŞ’ê çi dixwaze dike.”    ‘BERÊ ME DIDIN DERYA REŞ’    Ji cotkarê mezraya Menteşê Delîl Akosy jî anî ziman ku ew bi mudaxileya cendirmeyan mexdûr bûne û wiha got: “Em bi derfetên kêm dixebitin. Lê ceryana me dibirin. Em li dij derdikevin lê êrişî zar û zêçên me dikin. Em mexdûr in. Cotkar şerpeze bûne. Dixwazin çi tê destê cotkaran desteser bikin û berbidin berîka xwe. Wisa bidome wê cotkar dev ji vî karî berdin. Wextê karê me ji destê me bigirin, em ê çi bikin. Em ê berê xwe bidin Derya Reş û bila her roj êrişî me bikin. DEDAŞ’ê milyonek û 500 hezar lîre fatûre ji me re birriye. Fatûreyên bi destan nivîsandine jî hene. Em eraziyên xwe çar caran jî bifiroşin vî pereyî dernaxe. Li gorî serê xwe fatûreyan dinivisînin.”    ‘DEDAŞ DEST DATÎNE SER DESTEKA ME’    Omer Adal ê li mezraya Kizlerê jî cotkariyê dike jî destnîşan kir ku bi oksjînê dîrekên wan hatin rakirin û DEDAŞ û cendirme bi helwestek êrişkar avêtine ser gundên wan. Adal diyar kir ku ji bo 140 donim eraziyê wî 250 hezar lîre fatûre hatiye amadekirin û ew nikarin heqê mesrefê xwe bidin wê çawa vî deynî bidin. Adal got DEDAŞ li gorî serê xwe fatûreyan amade dike. Adal anî ziman ku DEDAŞ ji dûr ve bi pergala elektronîk saetên ceryana wan kontrol dike û kes nikare ceryana qaçax bikar bîne. Adal destnîşan kir ku fatûreyên ji bo wan hatine şandin ew tevahiya eraziyên xwe jî bifiroşin heqê wan dernaxe û ev fatûre di nirxê eraziyan de ne. Adal destnîşan kir ku ew bi tu awayî destekê ji dewletê nagire û got: “Ez bi tu awayî desteka ji dewletê tê wernagirim. Çimkî DEDAŞ’ê hesabê min ê desteka ji Wezareta Çandiniyê tê bloke kiriye û dest daniye ser. DEDAŞ’ê û wezaretê li hev kirine. Ez li bankayê li ser navê xwe nikarim hewaleyê derxim. Dewlet destekê dide şîrketê. Li gundên herêmê bigerin, ka binêrin çend cotkaran destek wergirtiye. Hemû gişt dişînin hesabê DEDAŞ’ê.”    MA / Ahmet Kanbal