Ji bo Çetîn û Înter merasîma oxirkirinê hat lidarxistin 2021-07-10 14:17:24   MANÎSA - Ji bo Serokê Giştî yê Maden-Îşê yê Serbixwe Tahîr Çetîn û endamê sendîkayê karker Alî Faîk Înter ên ji bo mafên xwe ji Somayê çûbûn Enqereyê û di vegerê de di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest dan, merasîma oxirkirinê hat lidarxistin.    Serokê Giştî yê Maden Îşê yê Serbixwe Tahîr Çetîn û endamê sendîkayê Alî Faîk Înter bi karkerên Ûyar Madencîlîkê re ji bo tazmînatên nayên dayîn ji navçeya Somaya Manîsayê çûbûn Enqerê û di vêgerê de wesayîta wan qezaya trafîkê kir û jiyana xwe ji dest dan. Ji bo Çetîn û Înter li Somayê merasîma oxirkirinê hat lidarxistin. Cenazeyê Alî Faîk Înter duh li Goristana Somayê hat definkirin, ji bo Serokê Giştî yê Maden-Îşê yê Serbixwe Tahîr Çetîn li pêş sendîkayê merasîm hat lidarxistin. Ji xeynî karkerên madenê Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, EMEP, TKP, TOP, parlementerê CHP’ê Okyay Sindir, Ozgur Ozel û gelek siyasetmedar beşdar bûn. Piştî axaftina li pêş avahiya sendîkayê, girse ber bi Bîrdariya Somayê ya li Beşyola Somayê meşiya. Piştî ku çelenga reş danîn vir hin axaftinên kurt hatin kirin. Parlementerên HDP’ê û CHP’ê jî di merasîmê de axivîn.    CÎNAYETA KAR   Parlementerê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, diyar kir ku mirina du karkerên madenê cînayeta kar e û wiha got: “Ev desthilat her carê bi cendermeyan li pêş karkeran bû asteng. Ev deshilat dijminê karkeran e. Heke em têkoşîneke hevpar nedin em ê berdewam bikin ku di merasîmên wisa de werin gelhev.”   DESTNÎŞANKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Parlementerê CHP’ê yê Manîsayê Ozgur Ozel jî bi lêv kir ku pêşwazîkirina cenazeyên karkerên madenê ya bi qelebalix girîng e lê divê heman qelebalix tevlî têkoşînê jî bibe.   Girseyê piştî axaftinan serdana malbata Tahîr Çetîn a li Kinikê kir. Wê piştî serdanê cenazeyê Çetîn li Mala Cemê ya Kinikê were girtin û li goristana navçeyê were veşartin.