Rêxistinên sivîl piştgiriya ajokaran kir 2021-07-07 15:08:10   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê, rêxistinên sivîl piştgiriya ajokarên 55 dormîşên ku xebatên wan ji aliyê qeyûm ve hatin rawestandin kirin.    Qeyûmê navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi hinceta ku dema îhaleya wan a 10 salan bi dawî bûye xebatên 55 dormîşên bi plaqeya M da rawestandin. Serokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Yûsûf Çobangolû, Serokê Yekitiye Odeyên Esnaf û Seneatkaran a Colemêrgê (HESOB) Mûharrem Tekîn û Serokê Odeya Ajokar û Otomobîlvanan Yavûz Ozcan serdana esnafên dormîşan kirin.    Serokê HESOB'ê Mûharrem Tekîn, diyar kir ku ew piştgiriya berxwedana ajokaran dikin û wiha got: "Weke odeyên pîşeyî em li cem ajokaran e. Em ê ji bo vekirina rêyên diyalogê bi yekîneyan re hevdîtinan bikin. Em soz didin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê em ê di nav hewldanan de bin. Bi ajokaran tevahiya gel mexdûr bûye."   Serokê ÎHD'ê Yûsûf Çobanoglû jî ev tişt got: "Em neheqiya ku qeyûm û kesên li cem qeyûm li vî gelî dikin dizanin. Li vir ne tenê ajokar gel jî mexdûr bûye."