12 saetan dixebitin, heqdesta wan 65 TL ye 2021-07-05 09:01:57 WAN - Li Westanê jinên ku hem li nav erdan hem jî li malê dixebitin, diyar kirin ku rojê 12 saetan dixebitin lê heqdesta wan 65 TL ye. Jinan, destnîşan kirin ku nikarin bi vî pereyî debara xwe bikin.  Li Taxa Etalan a navçeya Westan a Wanê, jinên ku li nav erdan dixebitin, heqê keda wan bi dest wan nakeve. Jinên karker, rojê 12 saetan dixebitin, lê heqdesta wan tenê 65 TL ye. Her wiha piştî karê nav erd, karê malê jî dikin.    Jinan behsa zor û zehmetiyên bi wan re rû bi rû dimînin kirin û diyar kirin ku heqê keda wan bi dest wan nakeve.    KEDA JINÊ   Zubeyde Yîgît (30) ku nêzî 10 sal in li nav zeviyê firingiyan dixebite, anî ziman ku serê sibehê saet di 7'an de tên nav erd û heya 6'ê êvarî dixebitin, lê tenê ji bo navrojê saetekê bêhna xwe didin. Yîgît, da zanîn ku heqdesta wan a rojane 65 TL ye û got: "Ev heqdesteke kêm e, lê em mecbûr in. Kardêr wisa li hev dikin û ev qasî didin me. Car heye em hefteyê rojekê dixebitin. Karê me karekî zehmet e û sîgorteya me jî tune ye. Yanî heqê keda me bi dest me nakeve. A zehmet jî, tav e. Li van deran keda jinê bi tu awayî nayê hesibandin. Ev tişt tenê ne li wanê, li her derê heye."    HEM LI NAV ERD HEM LI MALÊ DIXEBITE    Hameyî Yîgît (35) jî anî ziman ku 10 sal in vî karî dike û bi vî karî debara xwe dike. Yîgît got: "Hevjînê min naxebite. Ez debara malê dikim. Em li nav zeviyê firingiyan dixebitin. Em firingiyan berhev dikin, wan dixin qaseyan û dişînin. Hema bibêje em hemû karî dikin. Mêr jî tenê wan bar dikin. Gava tên çandin jî em tên dixebitin. Paşê em şitilan datînin û bi dû re jî em ser wan bi kîsikan digirin. PIştî vê jî em tevrikê dikin. Gava firingî mezin dibin em wan bi darikan ve girêdidin. Gava tam çêdibin jî em wan berhev dikin. Ez hem li vir hem jî li malê dixebitim. Gava êvarî diçim malê, karê malê dikim û xwarinê çêdikim. Li vir diwestim, gava diçim malê jî karine divê bikim hene."    HEQDESTEK KÊM    Yîgît, destnîşan kir ku heqdesta wan pir kêm e û bi zorê bi vî pereyî debara xwe dikin û got: "Xwarina me aydê kardêr e. Em tenê navrojê dixwin. Em taştê û şîvê li malê dixwin. Heqdesta me ya rojane 65 TL ye. Tiştek jî pê nayê, lê em mecbûr in vî karî bikin."    HEM DIBISTAN HEM KAR    Esra Yîgît (20) jî 8 sal in vî karî dike û di ber re jî ji bo zanîngehê li dersan dixebite. Yîgît got: "Gava min nû dest bi vî karî kir, pir biçûk bûm û kardêran nedihişt bixebitim. Paşê xebitîm. Li Westanê gelek kes bi vî karî debara xwe dike. Hem diçim dibistanê hem jî dixebitim. Havînê dixebitim, ji bo mesrefa xwe ya dibistanê."    Yîgît got: "Carinan serê sibehê em nikarin rabin ser xwe û bi şev jî ji ber êşa piştî xew bi çavê me nakeve. Lê ji ber ku em mecbûr in, em vî karî dikin. Em dixwazin hem ji bo xwe hem jî ji bo malbata xwe tiştekî bikin. Hindik be jî em alîkariya malbata xwe dikin. Lê heqê keda me bi dest me nakeve."    MA / Ozlem Yayan