KESK: Divê Komîsyona OHAL’ê were betalkirin 2021-06-22 16:34:10   ENQERE - KESK’ê piştî daxuyaniyên Suleyman Ozişik pirsa “Biryara îadekirina hezaran dosyayan li gorî çi hatiye dayîn?” ji desthilatê pirsî û bang kir ku Komîsyona Lêkolînê ya OHAL’ê were betalkirin.    Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), piştî daxuyaniyên Suleyman Ozişik ên “Min bi hezaran dosyayên mirovên ku min bawer kir bêsûc in bir cem Suleyman Soylû, Komîsyona Kirariyên OHAL’ê (Rewşa Awarte) û merciyên din. Min ji wan re got ‘heke ev mirov bêsûc nebin hesaba wan ji min bipirsin.’ Lêkolîn hatin kirin derket holê ku bêbextî li hemûyan hatiye kirin û hemû îadeyî karê wan hatin kirin” daxuyaniyeke nivîskî ya bi serenavê “Desthilat ser sûc hat girtin” weşand.    ‘DOSYA ÇIMA DIÇIN CEM OZIŞIK?’   KESK’ê pirsên “Suleyman Ozişik kî ye? Dosya çima diçin cem wî? Madem dosya wê biçin cem kesên weke Suleyman Ozişik we çima Komîsyon ava kir? Komîsyona OHAL’ê ku konfederasyona me jî nikare pê re hevdîtin bike û dosyayan pêşkeş bike kesên mîna Suleyman Ozişik çawa û bi kîşan sifetê hevdîtinê dikin? Çima serê van karên qirêj her tim Wezîrê Karên Hûndir e? Wezîrê Karên Hundir bi mekanîzmayeke çawa li van dosya nêrî ye û biryara îadekirina wan daye? Komîsyona OHAL’ê biryara îadekirina bi hezaran dosyayên ku Suleyman Ozişik anîne li gorî çi daye û talîmat ji kê girtî ye? Hejmara dosyayên ku bi vî şiklî hatine îadekirin çend e?” rêz kirin û xwest ku ev pirs bên bersivandin û îdia bên lêkolînkirin.   SERLÊDANA SÛC    KESK’ê da zanîn ku wê di çarçoveya îtîrafên Ozişik de serlêdana sûc bikin û ev bang kir: “Divê Komîsyona Lêkolînê ya Kirariyên OHAL’ê demildest were betalkirin.”