Biryar dan sûkê birûxînin, esnaf dibên em mexdûr dibin 2018-02-04 09:22:59 MÊRSÎN – Şaredariya MHP'ê biryar da ku Sûka Piçûk a Dîrokî ya 125 salî hilweşîne û esnafên sûkê mexdûr kir. Esnafan aşera kir ku deyê wan ji bankayan re heye, lê çihê wekî alternatîf ji bo wan diyar kirine dê li wir nikaribin kar bikin. Şareariya Bajarê Mezin a Mêrsînê ya MHP'ê, di sala 2017'an de di bin navê "Projeya Veguherandina Bajêr" de, biryar da ku "Tarihi Küçük Çarşı" (Sûka Piçûk a Dîrokî) ya li Kolana Sîlîfkeyê ya navçeya Akdenîzê bê rûxandin. Ji ber vê esnafên li herêmê bi gazinin. Piştî biryarê şaredariyê xwest heta 16'ê Sibata 2018'an esnaf dikanên xwe vala bikin, kel û pelên xwe li dikanên Bîtpazariyê bi cih bikin. Esnafên sûkê nerazîbûn nîşanê biyarê dan, diyar kirin ku tu rayedar nedîtine ku derê xwe ji wan re bêjin.   ‘DI VÊ DIKANÊ DE KEDA 50 SALAN HEYE’   Hamît Hazîn destnîşan kir ku ew 50 sal li sûkê karê baharatan dike, berî salekê di bin navê "Projeya Veguherandina Bajêr" de biryar hatiye girtin ku sûkê hilweşînin û berê wan dane cihekê din. Hazîn diyar kir ku piştî xebatên li vir ji bo kargehan xwestine bikevin îhaleyê û ev tişt got: "Em 50 sal e di krêde ne. Esnafê 50 salan ked dabin vir ma heqekî wan tune? Me ji derveyê vê sûka piçûk dihêlin. Me ev kargeh çêkirin. Şaredariyê got 'Hûnê dikanên li Bîtpazariyê bigirin.' Lê me ji rayedaran re got ku emê neçin wir."   QAYMEQAYM: EZ BIXWAZIN EZÊ DOZERA BIŞÎNIM   Hazîn aşkera kir ku rayedar bi biryarin ku wan ji sûkê derxin, lê deynê wan jî ji bankyan re heye û ewê mexdûr bibin. Hazîn got ku ji ber ku wan ji daxwaza şaredariyê re itiraz kiriye, şaredariyê giliyê wan li qaymeqaym kiriye û wiha pê de çû: "Qaymeqaym bangî me kir. Me herî kêm xwest salekê demê bidin me û em vala bikin. Qaymeqaymê Akdenîzê Muhîttîn Pamuk ji mere dibêje ku: 'Ez bixwazin dikarim dozeran bişînim û birûxînim. Lê ezê vê nekim. Ez 4 meh demê didim we.' Ji me taahhut xwest. Me jî ji neçarî îmze kir, ji ber ku ji destê me tiştek nayê." Hazîn derbirî ku dema ku dane wan di 16'ê Sibatê de diqede.   DERDÊ ESNAFAN DEYNÊ WAN E   Hosteyê tantûnî û donerê Adem Genç jî anî ziman ku ewê kargehên xwe bigrin û li mala xwe rûnên û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şaredariyê soz da ku dê cih bide wan, lê soza xwe neanî cih. Wekî alternatîf dikanên li Bîtpazariyê dan ber me, lê emê li wir kar nekin."   Genç anî ziman ku kirînerên wî li vê herêmê ne û ev axaftin kir: "Rewşa li wir diyar e. Kirînerên me li vir in. Qasî 50 hezar lîreyî deynê min heye. Ez ji nihav de ketime derdê vî deynî ka ezê çawa bidim."