KESK: Ji bilî têkoşîna li dijî AKP’ê alternat tune 2018-02-03 14:43:21 MÊRSÎN - Endamên KESK’ê yên Mêrsînê, ji bo karkerên ji kar hatin avêtin, vegerin ser karên xwe çalakî lidar xistin û diyar kirin ku li dijî AKP’a ku pergala faşîzmê bi sazî dike, tekane rê têkoşîn e.  Endamên Platforma Şaxa KESK’ê ya Mêrsînê, ji bo endamên wan ên  ji kar hatin avêtin, karê wan paşve bên dayîn li Parka Ozgur Çocuk hatin gel hev. Endamên Platformê pankarta “Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin” vekirin û dirûşma “Em karê xwe paşve dixwazin” berz kirin.    Li ser navê Platformê Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroya (BES) Yusuf Kaya axivî û wiha got: “Em di pêvajoyeke ku pergala faşîzmê bi sazî dibe re derbas dibin.  Desthilatdarî hiqûqê tune dihesibîne û sûçdaritya xwe berdewam dike. Hemû beşên bûne mexdûrên pêkanînên diş demokrasî û hiqûqê yên AKP’ê, li dijî van pêkanînan divê bên gel hev û têbikoşin. Ji derveyî vê yekê tu rêyên din tuneye." Kaya, da zanîn ku divê OHAL bê rakirin û wiha got: “Di vê bi OHAL’ê re jî KHK’an rabikin. Divê hemû karkerên çemawerî vegerin ser karên xwe. Divê demildest endamên Konseya Navendî yên TTB’ê û hemû kesên din bên berdana. ” Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.