Cotkarê di nav deynan de maye: Ez ê dest ji cotkariyê berdim 2021-06-16 09:05:22 MÊRSÎN - Cotkar Ahmet Kizmaz ku petêxên çandibûn di dest wî de man, diyar kir ku ji bo deynê xwe bide dê traktor û pîqaba xwe bifiroşe û dest ji cotkariyê berde.  Ji ber polîtîkaya çandiniyê ya îqtidarê gelek cotkar top davêjin. Yek ji van cotkaran jî Ahmet Kizmazê 58 salî ye. Kizmaz, li navçeya Tarsûs a Mêrsînê 25 donim petêx çandiniye, lê belê petêxên wî di dest wî de mane.    Kizmaz, diyar kir ku di meha Çileyê de tovên petêxan direşînin serayê û di meha Nîsanê de jî dest bi berhevkirina wan dikin, lê belê îsal ji ber rewşa hewayê dereng dest bi berhevkirina wan kirine. Kizmaz, anî ziman ku par heba şitilekê bi 600 qurîşî bûye, lê îsal bi lîre û 80 qurişî bûye û gubreyê bi 500 lîreyî dikirîn, îsal bi hezar û 200 lîreyî kirîne. Kizmaz, destnîşan kir ku mesrefên wan pir zêde bûne.    ‘ÊN QEZENC DIKIN MARKET IN'    Kizmaz, bilêv kir ku mesrefên wan zêde bûne, lê belê fiyetê berên wan li gor par ernatir bûne û got: "Mesref zêde ne, lê gava em berên xwe dibin halê bi erzanî distînin. Par me kîlo bi lîreyekê dida, lê îsal bi 700 qurişî ye. Li marketan jî kîloya petêxan bi 10 lîreyan e. Yanî yên pereyan qezenc dikin ne cotkar, market in."    Kizmaz, da zanîn ku serê donimê 7 hezar mesref kirine û got: "Lê em bi zorê mesrefên xwe derdixin."    ‘EZ Ê DEST JÊ BERDIM'    Kizmaz, destnîşan kir ku bi qasî 100 hezar TL'yş xisiriye û got: "Ji bo berhevkirina hesinên serayê, pere bi me re tune. Ne mimkun e ku mirov di van şert û mercan de cotkariyê bike. Deynên me jî hene. Heger wisa biçe ez ê pîqab û traktora xwe jî bifiroşim û pê deynê xwe bidim û dest ji vî karî berdim. 20 sal in vî karî dikim, lê ev du sê sal in perîşan bûme."    'RAYA XWE NEDIN AKP'Ê'   Kizmaz, diyar kir ku petêxên wî li nav erd in û got: "Ji ber polîtîkayên şaş ên îqtidarê berên me li nav erd man. Bang li cotkaran dikim, di hilbijartina bê de raya xwe nedin AKP'ê. Hûn didin kê bidin, lê nedin AKP'ê. Ancax bi vî awayî barê me sivik bibe. Îqtidar ji xwe pêvtir li kesî nafikire."    Kizmaz, tu polîtîkayeke cidî ya îqtidarê tune ye û got: "Cotkar, perîşan bûne. Wezîrê Çandiniyê di televîzyonê diaxive. Lê ji sedî 95'ê axaftina wî derew e. Dibêje, em destekê didin cotkaran, lê li aliyê din mazotê û gubre biha dike. Yanî îqtidarê tu tişt nedaye ber me."    MA / Mehmet Şah Orûç