Li Pasûrê paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin 2021-06-11 14:10:28 AMED – Li navçeya Pasûrê ku her sal hilberandina kurmê hevrîşimê lê tê kirin û ji nîvî zêdetir hilberandina kurmê hevrîşimê ya Tirkiyeyê lê pêk tê, îsal paletiya kurmê hevrîşimê nayê kirin.    Sal in dûr û dirêj li Amedê hilberîna kurmê hevrîşimê hatiye kirin. Di salên 1990’î de kozayên ku ji kurmê hevrîşimê dihatin bidestxistin, li navçeya Sûrê ji wan qumaş û xaliyên hevrîşimî dihatin çêkirin. Bi hilberandina berhemên erzan ên kargehan û valakirina gundan re li bajar  hilberandina kurmê hevrîşimê kêm bû û hat ber asta tunebûn. Di encama vê yekê de Bazara Hevrîşimê ya li bajar jî di sala 1994’an de hat girtin.      PASÛR BIN FERQEKE MEZIN YEKEMÎN   Rexmî van hemû neyîniyan jî li navçeya Pasûrê hilberandina kurmê hevrîşimê tê kirin. Ji ber vê li navçeyê Kargeha Hilberandina Benikê Hevrîşimê ya herî mezin a Eewropayê û Rojhilata Navîn hat vekirin. Ligel ku di salên 1990’î de li navçeyê hilberandina kurmê hevrîşimê hat ber qedandinê jî niha ji 58 bajaran zêdetir hilberandin tê kirin. Niha gelek berhemên hevrîşimê ku bi keda destan bi marqeya Pasûrî tên hilberandin, tên firotin.    ÎSAL PALETÎ NEHAT KIRIN   Niştecihê navçeyê di mehên biharê de dema ku pelên darên tuyan hê nû vedibin, kurmê hevrîşimê bi qasî 40 rojan bi van pelan xwedî dikin. Hilberîner piştî 5 astan dest bi paletiya kozayên kurmê hevrîşimê dikin. Lê îsal ji ber hişkesaliyê pelên darên tuyan qirêjî ne û nêzî paletiya wan kurmê hevrîşimê bi awayekî komî mirin. Ji ber vê îsal paletiya kurmê hevrîşimê nehat kirin.    MA / Lezgîn Akdenîz - Bîlal Gezer