Tûtinfiroş: Dest me nedin, wekî din em tiştekî naxwazin 2021-06-09 09:00:09 SEMSÛR - Li Semsûrê şitilên tûtinê hatin danîn. Hilberîneran xwest tûtina ku wekî "qaçax" tê dexmekirin berbayî siyasetê neyê kirin û gotin: "Dest me nedin, wekî din em tiştekî din ji we naxwazin."  Li Semsûrê cotkaran dest bi danîna tûtinê kir. Par li bajêr 161 hezar dekar tûtin hatibû danîn û 20 ton tûtin hatibû hilberandin. Lê belê îsal ji ber mesref û bac zêde bûne, dê hindik bê çandin. Li gor raporên Komeleya Ekspresên Tûtinê (TED), di sala 2020'î de li Tirkiyeyê bi 279 milyon dolarî tûtin hatiye îxrackirin û bi 562 milyon dolarî jî jî tûtina cîrjînya û bûrleyê hatiye îthalkirin.    Li bajaroka Bûlam a navçeya Çîlikan a Semsûrê, cotkar Hayriye Çalişkan (33) anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve li nav zeviyên tûtinê dixebite. Çalişkan, diyar kir ku tekane çavkaniya wan a debarê tûtin e û got: "Lê heqê keda me bi dest me nakeve. Ên qezenc dikin navbeynkar in. Ji çandinê heya paleyiyê em gelekî zehmtiyê dikişînin."    ÇAVKANIYA DEBARÊ    Çalişkan, bilêv kir ku her sal mesrefên wan zêdetir dibe û got: "heger ne tekane çavkaniya me ya debarê bûna, me yê ev kar nekirina. Ev erse ya me ye, lê yên erseyên wan tune ne jî îcare dikin. Bi piranî yên vî karî dikin jin in, lê yên li piyaseyê xuya dikin jî mêr in. Bi vî awayî jî keda me tê binpêkirin. Wekî karên din, di karê tûtinê de jî barê jinan giran e."    TÛTINA XWECIHÎ TÊ KÊMKIRIN   Çalişkan, destnîşan kir ku li herêmê tekane çavkaniya debarê ya bi hezaran mirovî tûtine û got: "Em zarokên xwe bi dahata tûtinê didin xwendin û dizewicînin. Sibê dusibe heger tûtinê qedexe bikin, dê mirov koç bikin. Em bi zorê nafiroşin kesî, em nabêjin îllem vexwin. Lê divê çav bernedin keda mirovan. Her sal tûtina xwecihî tê kêmkirin."    Huseyîn Ûzûn (35) du zanîngeh kuta kirine, lê ji ber ku kar bi dest wî neketiyê dest bi çandina tûtinê kiriye. Ûzûn got: "Berê baş bû, me qezenc dikir. Heger dewlet mudaxile neke em ê karibin debara xwe bikin."    Ûzûn, bilêv kir ku tûtina xwecihî wekî "tûtina qaçax" tê dexmekirin û got: "Her sal ji bo rantê, di dema hilbijartinan de, qanûnê taloq dikin. Tim tahdê li me dikin, dibêjin 'em ê qedexe bikin.' Dibêjin, 'heger hûn raya xwe nedin û AKP nebe partiya yekemîn' dê qanûn derkeve. Em li dijî vê li ber xwe didin."    'BILA BERBAYÎ SIYASETÊ NEKIN'    Ûzûn, destnîşan kir ku dewlet ji bo hilberandina tûtinê tu destekê nade wan û got: "Em hildiberînin. Vê tûtinê difiroşin derveyî welêt. Perê biyanî tê welêt. Em tu zirarê nadin deletê, bereksê wê em hem pê debara xwe dikin hem jî pê tevkariya aboriya welat dikin. Lê bi zextên şîrketên cixareyan, dewlet jî bi zextan bi ser me de tê. Baca mamûlên tûtinê ji sedî 64 e. Heger doza vê bacê bikin, dê tiştek di dest me de nemîne. Dest nedin karê me, wekî din em tiştekî ji we naxwazin. Bila tûtinê berbayî siyasetê nekin."    'EM Ê LI ÇARA SERÊ XWE BINERIN'    Ûzûn, bal kişand ser mesrefan jî û got: "Her sal mesref zêdetir dibin. Lê fiyetê tûtinê 10 sal in wek xwe ye. Niha em nikarin bi fiyetê par bifiroşin. Lê mazot, gubre û derman 3 qat biha bûne. Tûtina me ya par hîn li mal e. Me niakribû bifiroşe. Li Semsûrê bi hezaran ji dêvla biçin karên demsalî bikin, li nav erdê xwe dixebitin. Ji bo kesên tûtinê naçînin jî çavkaniya debarê ye. Em ên ku diçînin qezenc dikin. Kesên sewalvaniyê dikin jî jê qezenc dikin. Em gubreyên wan ên ku davêjin çopê ji wan distînin. Ev qas kes pê debara xwe dikin. Ne rast e ku wekî kozeke siyasî bê bikaranîn. Dest nedin me, wekî din em tiştekî ji we naxwazin."    HEQÊ KEDA WAN BI DEST WAN NAKEVE    Kedkar Emîne Demîr (30) jî got: "Li vir bi hezaran mirov wekî min debara xwe bi tûtinê dikin. Lê pereyê bi dest me dikeve têra debara me nake. Heqdesta me hema bibêjê nîvî jê diçe ji heqê rê û xwarinê re. Zexîre pir biha bûne, bi ser de jî heqê kirê... tiştek di dest me de namîne."    MA / Emrûllah Acar