Pîroglû: Divê astengdar ji bo têkoşînê bikevin tevgerê 2021-05-10 09:02:48   STENBOL - Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû diyar kir ku bi hezaran astengdar li dijî pirsgirêkên xwe li benda çareseriyên şênber in û divê astengdar ji pozîsyonek ricakar û alîkariyê dixwazin werin derxistin û ji bo tiştên heq dikin bistînin divê bikevin nava hewldana tevgerê.    Her sal li 156 welatên cîhanê di navbera 10-16’ê Gulanê de Hefteya Astengdaran tê pîrozkirin. Li Tirkiyê astengdar bi pirsgirêkan re rûbirû ne. Astengdar li her qadê jiyanê bi pirsgirêkan re hevrû dimînin û pirsgirêkên wan nayên çareserkirin. Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîroglû bi wesîleya hefteya astengdaran bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran.    DIXWAZIN PIRSGIRÊKÊN ŞÊNBÊR WERIN ÇARESERKIRIN    Pîroglû da zanîn ku di Hefteya Astendaran a Cîhanê de wê gelek peyam werin belavkirin û got: “Wê di van peyaman de were gotin ku civak çiqas alîkar e. Lê halbûkî meseleya astendariyê meseleyek civakî ye. Eleqeya meseleye bi rewşek fizîkî re nîne. Ne pirsgirêkek tibî ye. Pir pirsgirêkên şênber ên astengdaran hene. Astengdar dixwazin van pirsgirêkên wan şênber bi awayek şênber werin çareserkirin. Astengdar dixwazin ew jî wek her welatiyekî bijîn û xwedî her mafî bin. Dixwazin şertên wek hev hebin. Dewlet û rêveberiyên xwecihî tişta dikeve ser milê wan neçarin bikin. Bi şewba vîrûsa koronayê re şert û mercên jiyankirinê yên astendaran zehmet bû. Ji aboriyê bigire heta xizmetên ji bo wan.”    ‘WERIN EM BI HEV RE TÊBIKOŞIN’    Pîroglû bal kişand ser pirsgirêkan giran ên wek civakî, aborî, civakî û fizîkî û got: “Heke astengdar werin gel hev wê pirsgirêkên xwe çareser bikin. Divê ji pêşdaraziyê were filitandin. Pêdiviya me bi hezkirinê, dildariya mezinkirinê û alîkariyê nîne. Pirsgirêkên me yên şên ber hene. Em li bende ne ku ev werin çareserkirin. Ji bo vê yekê divê tevahiya astendaran, rêxistinên wan û derdora wan vedixwînin ku bikevin tevgerê. Ji bo em pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin werin em bikevin tevgerê.”