DÎSK: Karker ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin 2021-05-10 09:02:20   STENBOL - Rêveberê DÎSK’ê Seyît Aslan diyar kir ku her sal bi hezaran kar ji ber bêtevdîriyan jiyana xwe ji dest didin û divê kargeh ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve werin kontrolkirin.    Her sal bi hezaran karker ji ber ku li cihê karê wan tevdîr nayên girtin jiyana xwe ji dest didin. Li gorî rapora Meclîsa Ewelekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) a sala 2020’an herî kêm 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Di sê mehên ewil ên sala 2021’a de jî herî kêm 479 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Bi salane îqtidar propagandaya Qanûna Ewlekarî û Tenduristiya Kar a hejmara 6331’an ku derxistiye dike lê ji sala 2014’an ve nayê sepandin.    Endamê Rêveberiya Desteya Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Seyît Aslan têkildarî mirina karkeran ji ajansa me re axivî û diyar kir ku salê carek ewlekarî û tenduristiya karkeran tê bîra îqtidar û sermayeyê.    Aslan da zanîn ku di 15 salên dawî de her ku diçe cînayetên karkeran zêde dibin û sedemê beşek mezin a van mirinan jî nayê zanîn û wiha pirs kir: “Çima em ewqas bi cînayetên kar ên zêde re rûbirû dimînin?”    KARGEH NAYÊN KONTROLKIRIN    Aslan bi bîr xist ku berê bi hezaran mufetîşên girêdayî Wezareta Ewlekariya Civakî û Xebatê li kargehan kontrolan pêk dianîn û got: “Lê îqtidarê vê kontrole ji holê rakir. Bi şewbê re bêtir pêdivî bi vê yekê çêbûye jî lê belê yek ji van mifetîşan danekeve qadê û kontrolan nakin. Karsaz kontrola kargehan wek mesrefekê dibînin. Ji ber vê ev kontrol nayên kirin. Ji bo reqabetê ser tevdîran digirin. Ji ber li kargehan tevdîrên ku têr dikin nîn in, ewqas karker dimirin. Îqtidar her tim pesnê qanûna jimara 6331’an dike. Lê vê qanûnê nasepîne. Li Tirkiyê ji sedî 80’ê karkeran li kargehên biçûk û nîvekî (orte) dixebitin. Ev kargek ji yasayê muaf tên girtin. Ji sedî 80’ê karkeran ji vê yasayê muaf tên xebitandin. Divê dewlet wezîfeya xwe ya kontrole bi cih bîne. Divê astengiyên li pêşiya maf û azadiyên sendîkayî werin rakirin û li kargehan kontrolê bixin destê karkeran. Divê li kargehên bêsendîka yekîneyên ewlehiya kar û tenduristiya karkeran a dewletê werin afirandin. Lazim e înîsiyatîf a karkeran be. Divê yasayek ku kontrolê bixe destê rêxistinên tenduristiyê û pîşeyî û sendîkayan werin derxistin. Divê kargeh ji aliyê mekanîzmayên serbixwe ve werin kontrolkirin.”    MA / Kadîr Guney