Ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî diqede 2021-05-10 09:00:47   WAN - Li Bazara Heywan a li navçeya Rêya Armûşê êdî wek berê ew qelebalixî û kelecana firotin û sitendina sewalan nîne. Kesên sewalan xwedî dikin gotin ji ber bihabûna êm û kayê sewalkarî hatiye asta qedandinê û dixwazin sewalên di destê wan de jî werin firotin.    Bihayê êm û kayê zêdê bûye. Li gel vê bihabûnê di firotina sewalan de jî bihabûnek zêde ye. Sewalvanan diyar kir ku di destpêka biharê de fiyeta sewalan zêde bûye û ber bi havînê ve jî kêm dibe û êdî her ku diçe sewalkarî ber bi qedandinê ve diçe. Kesên sewalan xwedî dike dibêjin ku êdî maliyeta zêde sewalkariyê diqedîne û sewalên di destê wan de manej î neçarin ku bifiroşin.    HEJMARA SEWALAN KÊM BÛYE    Aydin Esna ê sewalan xwedî dike diyar kir ku ji ber fiyeta êm û kayê zêde bûye fiyeta sewalan jî zêde bûye û ji bo ew sewalên di destê wî de mane bifiroşe hatiye bazara sewalan. Esna got ji bo piyasaya sewalan dîsa ji nûve zindî bibe divê xelk vegerin gundên xwe û ji ber kêmbûna hejmara sewalan bandorê li ser piyasayê jî dike. Esna anî ziman ku êdî mîna berê tu nirxê sewalkariyê jjî nemaye.    ‘DIVÊ KOOPERATÎFBÛN ÇÊ BIBE’    Hîkmet Aslan jî yê ku sewalan xwedî dike û difiroşe jî anî ziman ku ji bo sewalkariyê kooperatîfbûn gelek girîng e û heke yekîtiyek çê bibe wê tengasiyên heyî jî ji holê rabin û divê ji bo sewalkaran kooperatîf were avakirin. Aslan got ew dixwazin tengasiyên wan ji holê werin rakirin. Aslan destnîşan kir ku bihabûna ka û êm bandorek mezin li ser sewalkariyê dike û gelek kes ji ber fiyet zêde dibe neçarin sewalên ji destê xwe derxe. Aslan da zanîn ku di salên navbera 1994 û 1995’an de gundê wan hatiye şewitandin û ew ji wir hatine koçberkirin û niha derfet û rê û rêbazek nîne ku vegerin li gundê xwe cotkarî û sewalkariyê bikin.    ‘LI GUNDAN HILBERÎN KÊM BÛYE’    Ridvan Bozan jî ku sewalan xwedî dike diyar kir ku wek berê sewal nayên bazarê û tekane sedemê vê yekê heye ku li gundan hilberîna li gundan kêm bûye. Bozan got desteka ji bo wan kêm bûye û êdî însan li şûna xwedîkirina sewalan karê dan û sitendina sewalan dikin. Bozan da zanîn ku ji ber her tişt biha bûye êdî ew nikarin sewalan xwedî bikin û ev yek wê bandorê li ser wan dike ku dest ji sewalkariyê berdin. Bozan got dibe ku piştî meha Remezanê fiyeta sewalan jî kêm bibe.