Mêşvan amadekariya çûna zozanan dikin 2021-05-08 09:01:19 WAN - Mêşvanên ku li navçeya Rêya Armûşê qonax vegirtine û ji bo biçin zozanan li benda germahiyê ne, diyar kirin ku ziwabûn bandor li berdariya hinguv jî dike.  Piştî ku dinya germ bû mêşvanên herêma Çûkûrova û Behra Spî di 15'ê Nîsanê de berê xwe dan Wanê. Mêşvanên ku li qeraxa Gola Sihkeyê ya navçeya Rêya Armûşê qonax vegirtine, li bendê ne ku dinya hinekî din jî germ bibe. Piştî dinya hinekî din jî germ bibe dê berê xwe bidin zozanên Miks û Şaxê. Mêşvanan, anî ziman ku ziwabûna ku ji par de didome bandorê li berdariya hinguv jî dike.    ZIWABÛN   Ahmet Alptekîn anî ziman ku bi salan e mêşvaniyê dike û ji ber ku hê jî heqê destekê nehatiye dayîn û bi ser de jî kêmbûna berdariya hinguv, barê wan giran bûye. Alptekîn got: "Ez mêşvanekî gerok im. Em ji Mêrsînê hatine. Em ê mehek bi şûn de berê xwe bidin zozanên Miksê. Par ji ber ziwabûnê rewşa karê me pir nebaş bû. Wer xuya ye dê îsal jî ziwabûn hebe. Cardin ji ber dermanên çandiniyê gelek mêşên me mirin. Pandemiyê pir bandor li mêşvanan nekir, lê heqê keda me bi dest me neket. Gava av tune be, kulîlk jî çênabin. Lewma ziwabûn bandorek nebaş li mêşvanan dike. Mêş xwe li deverên ziwa nagirin."    MESREF ZÊDE BÛYE   Alpetkîn, diyar kir ku tim cihê xwe diguherînin û got: "Tu bikî nekî heqê barkirinê, heqê êm û mûman heye. Em mêşvan li bendê ne ku wezaret aliyê me bike. Em par xisirîn." Alptekîn, da zanîn ku du meh û nîvan li zozanan dimînin û bi dû re cardin berê xwe didin herêma Behra Spî û Çûkûrovayê.    LI BENDA ALÎKARIYÊ NE    Mêşvan Arslan Artîm jî anî ziman ku piştî dinya baş germ bibe dê biçin Zozana Xaviştanê ya Şaxê. Artîm, destnîşan kir ku hinguvê bi dest wan dikeve mesrefê wan dernaxe û xwest desteka ji bo mêşvanan zêde bibe. Artîm got: "20 sal in mêşvaniyê dikim, lê wer xuya ye dê îsal rewş nebaş be. Heger alîkarî neyê kirin, dê hilberandin jî zehmet be. Piştî ku karê me biqede em ê cardin biçin Edeneyê. Em li Edeneyê 5 mehan qonax vedigirin. Wê çaxê jî gelek mesref çêdibe. Ez salê bi qasî tonek an jî ton û nîvê hinguv hildiberînim. Lê gava em mesrefan jê derdixin tiştek namîne."    MA / Bariş Donmez