Komeleya Cotkaran: Divê şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin 2021-05-07 13:07:19   MÊRDÎN - Ji ber hişkesaliya li Bakûr, nîvê zeviyên çandiniyê hişk bûn. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, bang kir ku ji bo tespîtkirina mexduriyetê, divê bi awayekî lezgîn şandeya şopandina hişkesaliyê bê avakirin.   Li Bakûr hişkasaliya di van salên dawî de ya herî giran pêk tê. Ji ber ji nivî zêdetir zeviyên genim, ceh û nîskan nehatin avdan hişk bûn. Li Deşta Mezopotamyayê tenê li herema Mêrdînê, ji zeviyên çandiniyê ku her sal zêdetirî 3 milyon dekaran tên çandin, ji ber milyonek û 500 hezar dekar nikare bê avdan, hişk bû. Odeya Pîşeyî û Bazirganiyê ya Amedê (DTSO) di daxuyaniya xwe ya di 3’ê Gulanê de diyar kiribû ku hişkesaliyê bandor li 3 milyon dekar zeviyên çandiniyê kiriye û anîbû ziman ku ku ji zeviyên çandiniyê ji sedî 80 ne kêrhatime ku palehiya wan bê kirin. Serokê Komeleya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî hişkesaliya li Bakûr ji ajansa me re nirxand.   JI SEDÎ 50 HIŞK BÛ   Erbeyî, bang li rayedaran kir ku zirara cotkaran tespît bikin û mexduriyeta wan çareser bikin. Erbeyî, anî ziman ku hişkesalî li gelemperiya welat heye, lê li Bakur zêdetir tê hîskirin û diyar kir ku ji ber li Bakur ji sedî 50 zeviyên çandiniyê hişk bûne maşîneyên dirûn û çinînê nakevin zeviyan. Erbeyî, da zanîn ku tiştekî ku cotkar bike tune ye û divê dewlet alîkariya cotkar bike. Erbeyî, destnîşan kir ku divê li Bakur bi awayekî lezgîn Şandeya Şopandina Hişkesaliyê bê çêkirin. Erbey, xwest ku şandeyeke ku cotkar, muxtar, nûnerên cotkaran, şîrketên sîgorteyan û rayedarên Wezareta Çandiniyê jî di nav de bê diyarkirin.    JI ŞÎRKETA SÎGORTE RE HIŞYARÎ   Erbeyî, xwest ku deynên cotkaran bi awayekî bêfaîz bên taloqkirin û diyar kir ku her sal Hawiza Sîgorteyên Çandiniyê (TARSÎM) berhemên cotkaran sîgorte dike. Erbey, şîrketa sîgorteyê hişyar kir û wiha got: “Bila ji cotkaran re bi hezar hêcetan astengiyan dernexînin. Bila li rex cotkaran bin ku cotkar saleke din jî bi ewlehî berhemên xwe sîgorte bikin. Heke pirsgirêkan derxînin wateya ku cotkarên me saleke din berhemên xwe sîgorte bikin nîne. Em ê ji wan re bêjin bila sîgorte nekin.”   BIRÎNA CEYRANÊ Û HIŞYARIYA GAP’Ê   Erbeyî, bi bîr xist ku bi hêceta deynên cotkaran ên salên berê bi mehan ceyrana wan hat birîn û wiha berdewam kir: “Em bang li hikumet û şîrketa belavkirina ceyranê dikin. Cotkaran nehêlin di rewşeke zor de. Fatûrayên bilind ji wan re neşînin. Enerjiya cotkaran nebirin. Ji ber ku pişt re çandiniya pembû heye. Bi salane cotkarên heremê li benda GAP’ê ne lê dikin nakin ava GAP’ê nadin heremê. Heke sozên hatin dayîn bên girtin wê bandora hişkesaliyê jî wiha nebe.”   Cotkar Şeymûs Adanir jî, pirsa ‘çima di çarçoveya GAP’ê de avê nadin cotkarên heremê’ kir û anî ziman ku cotkar bi berhemên ku bi dest dixin tenê dikarin fatûrayên xwe yên ceyranê bidin. Adanir, diyar kir ku niviyê dahata genimê ku ji ber hişkesaliyê ji derve were kirîn bidin cotkaran, wê zeviyên çandiniyê jî hişk nebin.    MA / Ahmet Kanbal