‘Heta mafê karkeran neyê dayîn aramî pêş nakeve' 2021-04-30 10:02:24   ENQERE - Karker û kedkaran, diyar kirin ku li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêka sereke binpêkirina mafên karkeran e û gotin: "Heta mafê kedkar û karkeran neyê dayîn aramî nayê vî welatî."    1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê, her sal bi mîtîngên ku bi sed hezaran kes tev lê dibin tên pîrozkirin. 1'ê Gulanê îsal ji ber qedexeyên 20 rojan ên derketina derve, hatin qedexekirin. Karker di bin şertên qeyrana aborî, qedexe û şewba vîrûsê de 1'ê Gulanê pîroz dikin. Kedkar û karkerên li Enqereyê diyar kirin ku divê daxwazên karker û kedkaran li ber çavan bê girtin û mafê wan bê parastin.    'PIRSGIRÊKA BINGEHÎN BINPÊKIRINA MAFÊN KARKERAN E'    Mamosteyê teqawît Hasan Aydin, anî ziman ku 1'ê Gulanê ji bo kedkar û karkeran rojek pîroz e û wiha got: "Divê em di 1'ê Gulanê de nirxên hilberîn, mafê karkeran û qalîteyê bi axivin. Li Taksîmê li Enqereyê li ku dibe bila bibe şert û mercên ku karker jiyana xwe, mafê xwe niqaş bikin û binirxînin çênebû. Wekî her karên xwe em 1'ê Gulanê jî bi dirûşme û pankartan derbas dikin. Li Tirkiyeyê yek ji pirsgirêkên bingehîn binpêkirina mafê kedkar û karkeran e. Di şert û mercên xerab de kar dikin. Şertê karkeran ê xebatê nayê başkirin. Divê em meseleyên 'Em dikarin çawa bêtir debarê pêş bixin. Em dikarin çawa hilberînê zêde bikin. Em dikarin çawa hatina mirovên xwe baş bikin' bi axivin. Gelek partiyên karkeran hene. Lê heta niha pirsa rewşa karkeran nekirine. Em li qadan tenê dirûşmeyan berz dikin. Lê divê em li qadan mafê karkeran, şert û mercê karkeran niqaş bikin. Yên cîhanê xebas bikin karker in. Ked û xwîdana karkeran heye. Divê heqê karkeran demildest bê dayîn. Zilma herî mezin nedayîna mafê karkeran e."    'PIŞTÎ DARBEYA 12'Ê ÎLONÊ HEMÛ MAFÊ KARKERAN HAT BINPÊKIRIN'    Esnaf Erdal Îlgî jî anî ziman ku piştî darbeya 12'yê Îlona 1980'an rayedarên îqtîdarê hemû mafê karkeran binpê kirin û wiha got: "Niha tenê mafê karkeran nayê xwarin. Hamê esnaf, xwendekar û kesên teqawît bûne û hemû beşên civakê tên xwarin. Jiyana ku ne be edalet û demokratîk be, ji hemû felaketan re vekirî ye. Tovê vê yekê di cuntaya 1980'an de avêtin. Jiyana demokratîk ji bo her kesî lazim e. Heta mafê karker û kedkaran neyê dayîn ev welat aram nabe."   'SENDÎKA JÎ BI QASÎ ÎQTÎDARÊ DEMOKRATÎK NEBÛN'    Îlgî, anî ziman ku divê tenê îqtîdarê niqaş nekin û wiha got: "Divê sendîka jî bi qasî îqtîdarê demokdatîk bibin. Serokên sendîkayan hene. Bûne wekî axayan."    Kerker Sedat Karademîr jî anî ziman ku di 1'ê Gulanê  Roja Kedkar û Karkeran de jî karker kar dikin û wiha got: "Divê êdî karkerên ku ji bo mafê xwe dadikevin qadan binçav nekin. Divê guh bidin dengê me. Li şûna binçav dikin dievê mafê me yên rewa û zagonî nas bikin."