Çerkezoglû: Tevî şertên giran jî em ê 1’ê Gulanê pîroz bikin 2021-04-29 09:00:25 STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku 1’ê Gulana çîna karkeran di pandemiyê de bi pirsgirêkên kûr dibin re rûbirû maye û banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.  Cejna Karkeran 1’ê Gulanê îsal jî di bin şertên pandemiyê û krîza aborî de tê pêşwazîkirin. Tevî vê yekê jî wê karker û kedkar daxwazên xwe li kargeh û qadan bînin ziman. DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê wê îsal bi dirûşma “Her roj 1’ê Gulanê û her dever 1’ê Gulanê” wê tevdîrên pandemiyê li ber çavan bigirin û li qadan pîrozbahiyan li dar bixin. Wê karker roja 1’ê Gulanê li kargehên xwe daxuyaniyan bidin.    Seroka Giştî ya Konfedarsyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû bi rasthatina 1’ê Gulanê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku çîna karkeran bi pandemiyê re bi hin pirsgirêkên giran re rûbirû mane û karker di bin van şertan de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin û polîtîkayên îqtidarê ne ji bo gel e, ji bo sermayeye biparêz e teşe digirin. Çerkezoglû got: “Ji ber pandemiyê em bi rûxandinek aborî û civakî re rûbirû mane. Her roja ku diçe şertên karkeran zor dibe. Karker bi binpêkirina mafên xwe yên cidî re rûbirû dimînin. Bi pandemiyê re sepana Kod 29 a ji kar derxistinê anîn û bi hezaran karker bêkar man. Em di bin şertên herî xerab û zehmet ên jiyan û xebatê de 1’ê Gulanê pêşwazî dikin.”    QEDEXEYA JI BINÎ VE    Çerkezoglû bal kişand ser qedexeya ji binî de ku wê îro dest pê bike û got: “Ji serê şewbê ve polîtîkaya îqtidarê neguherî ne. Ji bo karkeran tu piştevaniyek civakî nehat temînkirin û karker li derveyî tevdîran hatin girtin. Di qedexeya ji binî ve jî wê karker li kargehên xwe bixebitin û tevahiya kargehan dê vekirîbin. Karker her kêlî bi vîrûsê re rûbirû ne. Ji bo karkeran tiştek neguheriye û naguhere.”    LI GEL QEDEXEYÊ JÎ WÊ PÎROZ BIKIN    Çerkezoglû da zanîn ku pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bi hêceta pandemiyê hatine qedexekirin û got: “Îqtidara ku tu tevdîrek nagire, radibe 1’ê Gulanê qedexe dike û ev jî nayê qebûlkirin. Em ê şertên pandemiyê li ber çavan bigirin û tevî biryara qedexeyê jî li kargehan û meydanan 1’ê Gulanê pîroz bikin.”    PERGALEK NÛ LAZIM E    Çerkezoglû destnîşan kir ku divê zilma Kod-29’ê ya karkeran ji kar derdixe were rakirin. Çerkezoglû anî ziman ku bi krîza aborî û şewbê re newekheviya çînitiyê û newekheviya zayendî ya civakê jî kûr bûye û ew ê di 1’ê Gulanê de bêjin ku Peymana Stenbolê dide jiyandin. Çerkezoglû destnîşan kir ku tu xêra pergala heyî ji bo karkeran nemaye û pêdivî bi pergalek nû dît û ev êdî wek tiştek ferz xuya dike. Çerkezoglû di dawiya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê li karker û kedkaran kir.    MA / Kadîr Guney