Aborînas Pelda: Aboriya Tirkiyê bi şerê li dijî kurdan têk çû 2021-04-23 10:17:45   STENBOL - Aborînas Ehmed Pelda diyar kir ku aboriya Tirkiyeyê bi şerê li dijî Kurdan têk çû û wiha got: "Eger pirsgirêka Kurdan bi aştiyê çareser bûbûya dê aboriya Tirkiye ew qas têk neçûya. Dê li ser pêşketina aborî, çand, zanist, tenduristî û perwerdehiyê niqaş bihatina kirin.    Hikumeta Tirkiyeyê li dijî 4 perçeyên Kurdistanê armanc dike ku di qada eskerî, erdnîgarî û siyasî de serdestiyê pêş bixe û şer dike. Ji ber vî şerê dagirkirina çar perçeyên Kurdistanê di aliyê eskerî û aborî de Tirkiye zerarek mezin dibîne. Ji ber şerê li dijî Kurdan aboriya Tirkiye her ku diçe têk diçe. Têkildarî bandora şer a li dijî gelê Kurd tê meşandin aborînas Ehmed Pelda nirxandinên girîng kirin. Pelda, anî ziman ku ji ber şerê li dijî gelê kurd aboriya Tirkiyê her ku diçe têk diçe.    Pelda, anî ziman ku polîtîkayên Tirkiye yên li dijî aboriya Kurdan ji 3 pêngavan pêk tê û wiha got: "Di pêngava ewil de axa Kurdan a çandinî û çotkarî lê tê kirin û qada debarê ye, dikirin û eskerên xwe lê bi cih dikin. Di pêngava duyemîn de jî li gorî plana Marshall li qadên dewlemendiyên sererd û binerd kanên madenê vedikin û aboriya kurdan dimêjin. Di pêngava sêyemîn de jî pişti salên 80’î bi giranî polîtîkayên bişaftinê xistin meriyetê û bi vê armancê li Kurdistanê dibistanên bişaftinê vekirin."    Pelda, anî ziman ku piştî salên 80'ê gav bi gav dest bi polîtîkayên koçberiya ji gundan ber bi bajaran ve kirin û wiha axîvî: "Bi taybetî piştî salên 1990'an bi milyonan Kurd ji gund û warên wan koçber kirin û berê wan dan bajaran. Li aliyê din di nava zeviyan de wekî karkerên demsalî keda wan xwarin û li ser wan metîngerî ferz kirin. Di heman demê de ciwanên Kurd an betal hiştin an jî bi keda erzan dan xebitandin."    BI TAYBETÎ BERÊ XWE DAN KURDÊN XIZAN    Pelda, da zanîn ku dewletê piştî salên 1980'an bi rêya ceamet û tarîkatan berê xwe dan Kurdên xizan û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî taxên Kurdan ên xizan, xistin hedefa tarîkat û cemaetan. Kurdên xizan bêtir xizan kirin. Bi propaganda alîkariya civakî û ol, Kurd nezan û xizan hiştin. Mirov mohtacî komir, maqarna û Kartên Kesk hiştin. Derfetên kar ji bo Kurdan ava nekirin. Li aliyekî li ser Kurdan zext zêde kirin, li a liyê din ew neçarî koçberiyê kirin. Bi vê yekê hem Kurd xizan kirin û hem jî xwestin wan ji têkoşîna wan a neteweyî û nasnameyê dûr bixin. Polîtikaya birçîkirinê hem malbat û hem civak perçe kir."    ARMANCA POLÎTÎKAYAN   Pelda, anî ziman ku van polîtîkayan li bajarên Kurdan qadên çandinî û çotkariyê tune kirine û wiha berdewam kir: "Dewlet li Kurdistanê amûra aborî û şer dixe meriyetê û zorê li Kurdan dike ku Kurd ji cih û warên xwe koç bikin. Dixwazin li metropolan bi cih bibin û di nava metrepolan de ji nasname, çand û aboriyê dûr bikevin. Her navek cihekî wê heye. Ev hafiza ye. Dewlet li aliyê din dixwaze vê hafizayê jî tune bike. Ji bo vê yekê dixwazin kurd warên xwe terk bikin. Dewlet tenê di aliyê perwerde û siyasetê de Kurdan tune nake. Di heman demê de dixwaze di aliyê aboriyê te jî têk bibe.    DEWLETÊ ZENGÎNÊN XWE AVA KIRIN   Pelda, da zanîn ku dewletê bi van polîtîkayan dewlemendên xwe li heremê ava kirin û wiha lê zêde kir: "Dewlet bi rêya zengînan dixwaze polîtîkayên xwe li ser civakê ferz bike. Ji ber vê yekê bêtir derfetê aboriyê dide van kesan. Dixwaze civak bi keda erzan ji van kesên zengîn re kar bikin. Dixwaze kesên dewlemend xizmeta politîkayên wê bike û we jî derfetên kar bidin wan. AKP pergala xwe bi vê rêbazê dimeşîne."    Pelda, herî dawî anî ziman ku li Tirkiyeyê di salên 1994, 2000 û 2007’an de qeyranên mezin ên aborî pêş ketin û wiha bi dawî kir: "Eger li Tirkiyeyê ev şer tunebûya îro dê Tirkiye di qada aborî de di asta Almanya, Îngiltere, Fransa û welatên din debûya. Lê mixabin şer aboriya Tirkiyeyê têk dibe. Kirina çekan, lêçûna cerdevan, tîmên taybet û artêşa taybet aboriya Tirkiyeyê têk dibe. Dîsa li Sûriye, Libya û Azerbaycanê li cihê Kurd lê dijîn mudaxaleyî van deran dike. Sedema qeyrana aboriya Tirkiyeyê şer e. Şerê li dijî Kurdan aboriya Tirkiyeyê têk dibe.    KURD BI SER KETIN    Kurdan bi rêxistinbûna xwe ev polîtîkayên li dijî xwe pûç kirin û bi pergalên alternatif hişmendiya şoreşê pêş xistin. Êdi hem cerdevan, hem endamên tarîkatan van polîtikayan baş dizanin. Êdî Kurd pêşng in. Bi tevgerên civaki, tevgera jinê û tevgêra ekolojiyê pêşengiyê dikin.    MA / Îdrîs Sayilgan