Ji ber krîza aborî ancax dikarin penêrê kufikî bikirin 2021-04-17 09:00:22   AMED - Welatiyên ku ji ber krîza aborî êdî nikarin tiştekî bikirin, di meha Remezanê de tenê penêrê kufikî datînin ser sifreya xwe.    Welatiyan îsal jî meha Remezanê di şert û mercên pandemî û krîza aboriyê de pêşwazî kirin. Welatî ji ber krîza aboriyê nikarin tiştekî bikirin û esnafan jî nikarin tiştekî bifiroşin.    Li Çarşiya Penêrfiroşan a Sûr a Amedê, esnafan diyar kir ku ji ber krîza aborî perîşan bûne. Di 5 salên dawî de 58 esnafên çarşiyê dikanên xwe girtine û niha tenê 20 dikan vekirî ne.    NIKARIN PENÊR BIKIRIN   Esnafê çarşiyê Tûran Yaşar, anî ziman ku hema bibêje êdî nikarin tiştekî jî bifiroşin. Yaşar, bilêv kir ku welatî tên li fiyet dipirsin lê tiştekî nakirin. Yaşar got: "Gava din mişterî hat. Ê ji bo malê kîloyek du kîlo penêr bistenda. Lê ji ber biha bû nekirî. Îsal penêrê selemûra bûye 20 TL, penêrê hûnandî bûye 33 TL û penêrê Wanê jî bûye 45 TL. Gundî dibêjin em bi erzanî didin we, lê mişterî jî dibêjin biha ye. Welatî nikarin penêr bikirin. Remezana îsal bêtahm e."    Esnaf Davût Kaya jî anî ziman ku li gor par fiyet îsal pir neguherîne, lê belê dîsa jî welatî nikarin bikirin. Kaya got: "Pandemiyê bandorek nebaş li mirovan kir. Hin mirovên du sal in betal in, nikarin penêr bikirin. Her tişt du sê qata biha bûye. Mişterî jî mafdar e. Her titş du qat biha bûye. Lê dahat eynî ye. Par kar baş bû. Lê êdî mirov ji ser sifreya xwe kêm dikin."    PENÊRÊ KUFIKÎ DIKIRIN    Esnaf Şeyhmûs Îla jî anî ziman ku mirov tên bazarê, lê ji ber perê wan tune ye tenê dikarin penêrê kufikî bikirin. Îla, destnîşan kir ku gelê Amedê gelekî xizan e û ji ber vê ew jî nikarin tiştekî bifiroşin.    Îla got: "Gundiyê ku penêr difiroşe me ketiye etra êmê heywanan. Dibêje bi eranî didim, lê mişterî jî dibêjin biha ye. Gundî jî mafdar in, heqê keda wan bi dest wan nakeve. Niha di van şert û mercan de tiştek bi dest min nakeve. Kes nikare tiştekî bikire. Mirov nikarin debara xwe bikin. Remezanên niha ne wek ên berê ne."    MA / Ergîn Çaglar