Karkerên xwestin li karê xwe vegerên hatin binçavkirin 2021-03-29 15:55:47   STENBOL – Karkerên di depoya Mîgrosê de, dixebitîn ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz kom bûn. Polîsan mudaxileyî karkeran kir û 22 kes binçav kirin.    Karkerên di depoya Mîgrosê de di xebitîn û bi Kod-19 ji kar hatin avêtin, ji bo ku paşve vegerin ser karê xwe, li ber mala karsaz Tuncay Ozîlhan a li Beykozê ya Stenbolê kom bûn û xwestin daxuyanî bidin çapemeniyê. Polîsan karker kirin dorpêçê û daxuyaniya wan asteng kirin. Lê karkeran di daxuyanî dayina xwe de israr kirin.    Polîsan li ser vê êrişî karkeran kirin û 22 karker binçav kirin.