900 karkerên madenê dest ji kar berdan 2018-01-17 16:58:26 ENQERE – 900 karkerên li Kana Komirê ya Adularya ya li Eskîşehîrê ji ber 3 meh in mûçeyên xwe ne sitendine dest ji kar berdan.  Li Tirkiyeyê roj bi roj rewşa kar a karkeran xera dibe. Ji ber ku karker nikarin mûçeyên xwe bistînin neçarin dest ji kar berdin. 900 karkerên li Kana Komira Adularya ya girêdayî Holdînga Naksanê ya li gundê Koyunnali ya bi ser navçeya Mihîlaçik a Eskîşehîrê dixebitin ji ber 3 meh in mûçeyên xwe ne sitendin dest ji kar berdan û dest bi çalakiyê kirin.  Karkeran dest bi çalakiyê kirin destnîşan kirin ku heta ew bigîhîjin mafê xwe dê çalakiyên xwe dewam bikin.