Têkoşîna karkerên Tekstîla Ozakê bi ser ket 2020-12-04 11:09:34   RIHA – Karkerên Fabrîkeya Tekstîla Ozakê ji ber ku sendîkayî bûn ji kar hatibûn derxistin. Piştî têkoşîna xwe ya 8 mehan vegeriyan karê xwe.   Fabrîkeya Tekstîlê ya Ozak a li Herêma Pîşesaziya Organîze ya Rihayê bi boneya Kovîd-19 navber dabû hilberînê û karkeran derxistibûn destûra bêpere. Fabrîke di 1’ê hezîranê de dîsa vebû û dest bi kar kir. Karkerên endamên sendikaya Oz Îplîk Îş’ê ya girêdayî HAK-ÎŞ’ê hemû girtibûn kar û 25 karkerên endamên sendikaya Tkestîlê ya girêdayî DÎSK’ê ye jî ji kar hatibûn derxistn. Karker di encama têkoşîna 8 mehî de dîsa vegeriyan karê xwe.