Li Tirkiyeyê dema tu karkerê înşaetê bî, jiyan zehmet e 2018-01-14 14:29:42 ÎZMÎR - Karkerê înşaetê Sitki Aydin piştî li ber Meclisê agir berda xwe, çavê raya giştî vegeriya ser karkerên înşaetê. Karkerên înşaetê ji sibehê heta êvarê di destê wan de tevşo di şertên zemet de dixebitin û rojeke wan a betlanê jî tune û ev jî rewşa karkerên înşaetê yên li Tirkiyeyê radixe ber çavan. Piştî karkerê înşaetê Sitki Aydin ji ber pirsgirêkên aboriyê li ber Meclisê agir berda bedena xwe, çavê raya giştî careke din vegeriya ser karkerên înşaetê.   Aydin aşkera kir ku karkerên înşaetê heqdestiya xwe nagirin û ji ber vê gelek zehmetiyan dikişînin, hema bêje hemû pirsgirêkên wan wekî hev in.   Karkerên înşaetê yên di avahiyeke 5 qatî a li navçeya Konaka Îzmîrê de dixebitin, ruxmê barana zêde jî tevşo dihejînin. Karkerên di înşaetê de dixebitin tu ewlehiya wan tune, di destê wan de ne lepik û ne jî di serê wan de baretek heye. Karkerekî li înşaetê dixebite, diyar kir ku qe nebe wan ev kara ditiye û got ku "Em naxwazin me li ber deriyan bihelin."   ‘EM DAWIYA HEFTEYÊ JÎ DIXEBITIN’   Karkerê bi navê Osman Gungoz (35) aşkera kir ku wî di zarokatiya xwe de dest bi karê înşaetê kiriye û ev tişt got: "Tu sendîkayeke ku em bûne endamê wê jî tune. Ewlehiya me ya civakî jî li ser heqdestiya herî kêm (asgarî) tê pêşwazîkirin. Wekî min gelek hevalên me deyndarin." Gungoz diyar kir ku heqdestiya herî kêm hezar û 603 lîre ye û wiha pê de çû: "Heke ez îro qezayekî derbas bikim, dê rêjeya ku bidim min li gorî heqdestiya herî kêm be. An jî heke ez seqet bimînim dê wê demê min teqewît bikin. Heke ez bi vî şeklî jî teqewît bibim, dê hezar û 200 lîreyî bidin min."   ‘TU EWLEHIYA ME TUNE’   Hamza Yilmaz (40) destnîşan kir ku ew bi birayê xwe re di zarokatiya xwe de di înşaetê de dixebite, heftê 7 rojan ji sibehê heta êvarê dixebitin. Yilmaz derbirî ku piştî ew êvarê diçin malê, ji ber westandina nava rojê tenê bêhna xwe vedidin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu feliyeteke me ya civakî tune. Dema yek ji dûrve li me mêze dike, wekî ku em ji vê jiyanê gelekî memnûn in. Em havînê heta derengiya êvarê dixebitin. Zivistanê baran hebe jî em neçarî dixebtin. Zivistanê dawiya hefteyê betlane tune."   Yilmaz anî ziman ku ew her dem di nava tengezariyê de ne, piştî krîza aborî jî li welat xwe da der, rewşa wan her ku diçe xirab dibe û der barê karkerê bi navê Sitki Aydin de jî ev tişt got: "Di nava ew qas pirsgirêk û tengasiyan de feqîrî çi bike."