Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e 2020-11-04 14:27:02   ENQERE – Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû, daxwaz kir ku pêşniyarqanûna torbe ku li meclisê hevdîtinên li serê didomin bê vekişandin û ev tişt got: “Ev xeta me ya sor e. Em ê rê nedin ku qanûn li meclisê bê derbaskirin.”   Daxuyaniya ku Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), xwest li dijî pêşniyarqanûna torbe ku li Lîjneya Giştî ya Meclisê hevdîtinên li serê didomin bide, bi hinceta ku “bêdestûre” hat astengkirin. Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû û kesên pêre ku bi daxwaza vekişandina pêşniyarqanûna torbe li ber Deriye Meclisê yê Dîkmenê hatin gel hev, ji aliyê polisan ve bi darê zorê li wesayîtên wan hatin siwarkirin û hewl hat dayîn ku ji ber derî bên dûrxistin.    ASTENG KIRIN   Di dema vê gengeşiyê de polisan Çerkezoglû, serokên milên kar û parlamenteran di nav mertalên xwe de asê kirin. Polisên ku meclisê dorpêç kiribûn, destûr nedan ku rojnameger nêzî deriyê ku dê daxuyanî lê bihata dayîn bibin. Ligel astengkirinê jî parlamenterên HDP,CHP’ê û Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Çerkezoglû û alîkarê wê Remzî Çalişkan kirin meclisê.    JI BO KARKERAN TIŞTEK TUNEYE   Ligel astengkirinê jî Çerkezoglû, li meclisê daxuyanî da û diyar kir ku ji bo ragihandina daxwazên xwe hatine meclisê û wiha got: “pêşniyarqanûna ku li meclisê li serê tê axaftin ne “pakêta îstîhdamê” ye. Di pakêtê de ji bo karkeran tiştekî tuneye. Lê ji bo karsazan teşfîqên alîkariyê hene. Zêdebûna razandina karsazan heye. Tu xaleke derbarê karkeran tuneye.”   XETA SOR A KARKERAN   Çerkezoglû, destnîşan kir ku dê rê nedin ku pêşniyarqanûna torbe li meclisê bê derbaskirin û daxwaz kir ku pêşniyarqanûna torbe ku li meclisê hevdîtinên li serê didomin bê vekişandin û ev tişt got: “Ev xeta me ya sor e. Em ê rê nedin ku qanûn li meclisê bê derbaskirin. Ligel zextan jî çi dibe bila bibe em ê mafên xwe biparêzin.”   ÎZMÎR Û EDENE   Li Îzmîr û Edeneyê jî bi hemabn armancî şaxên DÎSK’ê daxuyanî dan û bal kişandin ser naveroka pêşniyarqanûna torbe û xwestin ku pêşniyarqanûn bê vekişandin.