Tekstîla wê ji bo jinan bû cihê xebatê 2020-10-28 09:07:13 WAN - Yadîgar Omrak ku li navçeya Rêya Armûşê terzîtiyê dike, atolyeyeke tesktîlê ava kiriye û zêdetirî 20 jin li atolyeya wê dixebitin. Omrak, anî ziman ku bi ruhekî kolektîf ji derheqê zor û zehmtiyan derketine.  Yadîgar Omrak ku ji sala 2014'an ve li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê terzîtiyê dike, par atolyeyek tesktîlê ava kiriye û niha gelek jin li vê atolyeyê dixebitin.    RUHEKÎ KOLEKTÎF    Omrak, anî ziman ku di pêş de wê ji bo gelek jinan bibe cihê îstihdamê û got: "Gava min nû ewilî ev atolye vekir, hevjînên jinan nedixwestin bixebitin. Lê em ji derheqê evan tiştan hemûyan derketin."    Omrak, bilêv kir ku jin bi ruhekî kolektîf dixebitin û got, di dema şewba Covîd-19'ê de wekî gelek esnafan wan jî zor û zehmetî kişandiye, lê belê tevî jinan xebatkar ji derheqê vê pêvajoya xirab derketine. Omrak got: "Em kincan û maskeyan çêdikin. Em karê xwe li gor sîparîşan dikin. Her jinek xebatkar ji bo min hêzeke cuda ye. Li vê derê jin her kesî dikin. Yanî akrbeşî tune ye. Ji lewra em bi ruhekî kolektîf dixebitin. Her ku ew bi ser dikevin ez jî bi ser dikevim. Me bi hev re da ser vê rêyê û niha em bi hev re bi ser dikevin."    Omrak ku got "roj heye çi bi dest me dikeve em li hev payê dikin" û got: "Ev piştevaniya jinan pir xweş e. Li pişt serketinê jinên bihêz hene. Helbet zor û zehmtiyên karê me jî hene. Lê gava dibe êvar û em diçin malê, em dilxweş in."    Omrak anî ziman ku divê bîrbiriya "kesa li zarokan dinihêre û xwarinê çêdike" bê şikandin û got: "armanca min a mezin ez vî karî dorfirehtir bikim. Gava diwestim li paş xwe dinêrim û leqayî çavine bihêvî dikevim. Ev jî dike ku rêya xwe bidomînim. Em çi qas pir temaî jinan bikin, em ê ew qasî bi ser bikevin."    ‘BAWERÎ NÎVIYÊ SERKETINÊ YE'    Dayika 5 zarokan Nebîha Aslan ku li atolyeyê dixebite, anî ziman ku piştî zabiteyan dest danye ser ereboka hevjînê wê û hevjînê wê betal maye, di warê aborî de zor û zehmtî kişandine. Aslan, diyar kir paşê biryar daye ku bixebite û got, hevjînê wê tiştek negotiye. Aslan got: "Dû re min makîneyek biçûk a dirûtinê kirî û dest bi terzîtiyê kir. Çûm qursên dirûtinê û min xwe pêş xist. Paşê jî hatim tekstîlê, min dest bi kar kir. Niha bi saya Yadîgarê û hevalên jin ên din di karê xwe de serketî me. Ji ber ku dixebitim pir kêfxweş im. Jin tenê ne ew e ku zarokan bîne dinyayê. Jin, dikare her tiştî bike. Bawerî nîviyê serketinê ye. Li vê derê jin alîakriya hev du dikin."    MA / Mujdat Can - Dindar Karataş