Turk-Îş’ê li dijî qanûna torbe li 81 bajaran çalakî li dar xist 2020-10-27 13:26:37 ENQERE – Turk –Îş’ê li dijî qanûna torbe ku AKP’ê anî meclisê bi sernavê “Hûn ê nikaribin bikin, em ê nehêlin ku hûn bikin” çalakî li dar xist û diyar kir ku qanûn li dijî karkeran e. Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Tirkiyeyê (Turk-Îş), derbarê qanûna torbe ku niha li Komîsyona Plan û Bûdçeyê ya Meclisê li ser hevdîtin tên kirin, li 81 bajaran li ber nûnertiyên xwe yên bajar û herêman, bi sernavê “Hûn ê nikaribin bikin, em ê nehêlin ku hûn bikin” çalakî li dar xist. Endam, rêveber, û nerên Turk-Îş’ê tevlî daxuyaniyan bûn û bertek nîşanî qanûna torbe dan. Di daxuaniyan de dovîzên “Destên dirêjî qidemê bibin bişikin” û “Ji qanûna koletiyê re na” hatin hilgirtin.   ‘HÛNÊ NIKARRIBIN BIKIN’    Nûnerê Turk-Îş’ê yê Enqereyê Nîhat Zengîn tevlî daxuyaniya li ber Navenda Giştî ya Turk-Îş’ê pêk hat bû û li vir axaftinek kir. Zengîn, diyar kir ku bi qanûna torbeyê qayişokîbûn û bêehlehitiya ku bi salan e li dijî derdikevin careke din hatine rojevê û wiha got: “Pêşnûmeya qanûna torbe ne pakêt îstîhdamê pakêta bêsendîkakirinê ye. Bersiva me ya ji kesên ku dixwazin li dijî jiyana kar gavan bavêjin re aşkera ye; Hûn ê nikaribin bikin, em ê nehêlin ku hûn bikin.”   Daxuyanî, bi berzkirina dûrişmeya “Ji qanûna koletiyê re na” bi dawî bû.