Ji ber tunebûna hilbijartinê budçe hat kêmkirin 2020-10-26 09:01:38 EQNERE – Di sala 2019’an ku 2 hilbijartin pêk hatin de 860 hezar û 695 malbata ji “Bernameya Piştgiriya Civak û Malbatê” ya Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê sûd wergirtibûn lê salên bê hilbijartin ev hejmar hatin kêmkirin.  Di Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2021’an ku peşkêşî meclisê hat kirin de ji Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê re 155 milyar û 11 milyon û 62 hezar TL hatiye veqetandin. Sala borî jî ji bo wezaretê bi qasî 125 milyar û 809 milyon û 131 hezar budçe hatibû veqetandin. Ji bo sala 2021’an tenê 29 milyar û 201 milyon û 930 hezar TL hatiye zêdekirin. Ji bo beşa “xurtkirin û parastina malbatê” milyarek û 455 milyon û 560 hezar TL, ji bo beşa “xurtkirina jinê” 424 milyon û 983 hezar TL, ji bo beşa “ewlehiya civakî” 69 milyar û 56 milyon û 685 hezar TL, ji bo beşa “pêkanîna peşxistin û parastina zarokan” 4 milyar û 168 milyon û 749 hezar TL û ji bo beşa “Piştgiriya civakî û têkoşîna bi xizaniyê re” 28 milyar û 735 milyon û 891 hezar TL razemenî hatiye veqetandin.    DI 2019’AN DE HEVNEGIRTIN ÇEBÛ    Li gel ku wezaretê, di sala 2019’an de ji bo beşa “Lêçûnên Danasîn û Nûnertiyê” 962 hezar TL hatibû veqetandibû jî milyonek û 328 hezar û 102 TL xerckirin çêbû û 366 hezar û 102 TL hevnegirtên çêbû. Di sala 2020’an de ji bo heman beşê milyonek û 173 hezar TL hatibû veqetandin û ji bo sala 2021’an jî bi zêdebûna 152 hezar TL yî re milyonek û 325 hezar TL razemenî hatiye veqetandin.    FERQA SALÊN BIHILBIJARTIN   Wezaretê di çaroveya “Bernameya Piştgiriya Civakî û Malbatî” de di sala 2019’an de piştgirî dabû 860 hezar û 695 malbatan. Di sala 2020’an de jî bi texmînî piştgirî dabû 600 hezar malbatî. Ev hejmara di sala 2021’an de weke 250 hezar malbat hatiye hedefkirin. Balkêş e hikûmetê di sala 2019’an ku 2 hilbijartin pêk hatibûn de giranî dabû piştgiriya civakî lê di salên bê hilbijartin de hejmarên vê piştgiriyê hatine kêmkirin.    MA / Dîren Yûrtsever