Ji ber polîtîkayên ewlehiyî pîşesazî qediya 2018-01-12 09:14:54 COLEMÊRG- Li sîteya pêşesaziyê ya Geverê ku heta 2 sal berê hezar karkar dixebitîn ji ber polîtîkayên ewlehiyê hejmara karkeran daketiye 200'î.  Li navçeya Gevera Colemêrgê li sîteya pêşesaziyê ku li ser riya Esendereyê ye û heta 2 sal berê hezar kedkar lê dixebitîn ji ber polîtîkayên ewlehiyê hejmara karkeran daketiye 200'î.    Xebatkar Sezaî Gezen yê ku ji 8 saliya xwe heta niha di karê pêşesaziyê de dixebite diyar kir ku salên vê sîteyê qediyaye, lê belê di warê aborî de wî rewşeke wek a niha qet nedîtibû û wiha got: "Ji ber Deriyê Sînor ê Esendereyê naxebite karê me jî sekiniye. Derî li ser riya deriyê sînor e û 35 kîlometre nêzî vir e. Yên di derî de derbas dibin di vir de diçin. Heta 2 sal berê di vê riyê de pir wesayît diçûn û ihatin lê niha ji ber polîtîkayên ewlehiyê wesayit qet naçin. Yên diçin tên jî wesayitên zirxî ne. Ji ber vê karê me qet tune ye."   XWEDIYÊ KARGEHAN PIRÎ CARAN BÊ QEZENÇ DIÇIN MALÊN XWE   Mûhsîn Demîr yê ku hostayê hesin e jî bal kişand li ser polîtikayên ewlehiyê û got ku ev polîtîka darbe li aboriya wan xistiye û wiha domand: "Heta 2 sal berê em di ber kar nedigihaştin, yanî ewqas karê me hebû. Lê niha rewşa ku em tê de ne xwediyê kargehan pir caran qet pere qezenc nakin û diçin malên xwe. Dema ku qezenc hebû weke zincîrekê bû. Yên ku dihatin pêşesaziyê ji dikan, aşpêj û cihên din danûstendin dikirin. Lê niha ew tev jî hatine girtin em tenê mane, em jî li ber xwe didin. Yên tiliya wan di mirina bazirganiya deriyê sînor de heye, niha kargehê me bi mirinê re rû bir hiştine."   YÊN KU NAVÇEYÊ XERAKIRIN NIHA DARBE LI SÎTEYÊ JÎ XISTIN   Cîhan Karaman yê hosteyê wesayitan e got ku ji ber hilweşandina di dema qedexeya derketina kolanan a di 13'ê Adara 2016'an de li navçeyê hat îlankirin bi hezaran mal û kargeh hatin xerakirin û polîtikayên ewlehiyê aboriya wan xistiye xetereyê û wiha axivî; "Divê ku polîtîkayên ewlehiyê ji holê bên rakirin û karê me wek berê rast bibe. Li her derî polîs, leşker wesayitên zirxî û noqteyên kontrolê hene, gel bi saetan li van dera didin sekinandin. Berê turîst jî dihatin vir lê niha nayên. Ji ber vê aboriya gelê navçeyê gelek xirab bûye. Ji ber vê karê me jî nabe."    DIXWAZIN GEL BI BIRÇÛBÛNÊ TERBÎYE BIKIN   Hakan Eren yê xwediyê kargehê ye diyar kir ku du sal berê li kargeha wî 10 kes dixebitîn, lê niha tenê xwediyê kargehê yanî 2 kes mane û wiha domand: "Niha em 2 kes tenê dixebitin lê disa zêde ne lewra tu kar tune ye. Beriya qedexeya derketina derve li vê kargehê 10 kes dixebitîn, lê disa di ber kar re nedigihan. Karê me evqas pir bû. Lê niha em pirî caran qet pere qezenc nakin diçin malên xwe." Eren got ku dewlet di nava 2 salan de darbeyek mezin hem li gelê navçeyê xistiye hem jî li sîteya pîşesaziyê û ev tişt gotin: "Dixwazin gelê vir bi pirçîbûnê terbîye bikin. Pêşî bi hezaran kargeh û malê navçeyê xera kirin, niha jî bi hinceta ewlehiyê dixwazin sîteyê ji holê rabikin. Armanc ew e ku gel birçî bihêlin da bibin cerdevan, sîxûr û hevalên wan.  Ev gel bi dehan caran bi birçîbûnê re rû bi rû ma ye, lê tu caran hewceyî wan nebûye."