Kongreya TTB’ê dest pê kir 2020-09-26 13:07:12 ENQERE - Serokê Konseya Navenî Prof. Dr. Sînan Adiyaman di kongreya TTB’ê de axivî û got: “Di pêvajiya pandemiyê de, em hevî dikin ku bûn dengê hemû xebatkarên tenduristiyê.”   72’yemîn kongreya Mezin a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) ku wê 2 rojan dewam bike, li Navenda Otela Bîlkent û Konferansa hat destpêkir. Odeyên bijîşkan ji çar aliyên Tirkiyeyê hatin beşdarî kongreyê bûn. Di kongreye de pankarta “Têkolîna li dijî şewbê û şerasan wê dewam bike” hat daliqandan. Di salona kongreyê de, xebatkarên tenduristiyê yên ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) jiyana xwe ji dest dan, hatin bibîranîn û wêneyên wan bi salona kongreyê ve hatin kirin.    Piştî hilbijartina dîwanê, deqeyek rêzgirtin hat girtin. Dûre Serokê Giştî yê Kongreya Navendî yê TTB’ê Prof. Dr. Sînan Adiyaman axaftina vekirina kongreyê kir.   Adiyaman, bal kişand ser pêvajoya şewba vîrûsê û wiha got: “Ji bo ku li dijî tundiya di tenduristiyê qanûn bê derxistin û mafê xwebûnê yê xebatkarên tenduristiyê û bijîşkan bê dayîn me xebatên mezin birêve birin. Me li aliyekê li dijî êrîşên li hemberî TTB’ê têkoşiya û li aliyê din jî, me li hemberî bêmafiyan xebatên xwe yên bingehîn bi rêve birin. Di heman demê de, me xebata xwe ya di pêvajoya bandemiyê de her tim dewam kir. Çi dibe bila bibe em ê dîsa bi her awayî xebatên xwe û têkoşîna xwe bi rêve bibin.”   Kongre bi axaftina delegeyan dewam kir.