Tirî ji 7 sal berê erzantir difiroşin 2017-10-01 09:18:12 MANÎSA – Ji ber ku TARÎŞ’ê buhayê tirî nedaxuyandiye, buha daket biniya lîreyekê. Rezvan, ji vê rewşê nerazî ne. Rezvan Huseyin Elmas, anî ziman ku tiriyê ku wan 7 sal berê bi 2 lîreyan difirot niha di dest wan de maye û ew niha bi lîreyekê difiroşin.  Li Tirkiyeyê tu cotkar û hilberîner ji rewşa heyî nerazî ne. Piştî ku Odeya Bazirganiyê ya Îzmîrê di warê tirî de daxuyand ku rekolte zêde ye, Yekîtiya Kooperatîfên Firotin û Çandiniyê (TARÎŞ) buha danexuyandin û ji ber vê buhayê tirî bi awayekî zêde ket. Rezvan li bendê bûn ku buha bibe 5 lîre, lê belê niha li ser rez buha daketiye heta 80 qurişî jî. Rezvan ji vê rewşê nerazî ne. Huseyin Elmas ku li gundê Turkmen ê Manîsayê rezvaniyê dike, anî ziman ku ev 2 sal in ji ber buhayan rewşa wan ne tu rewş e.    ‘JI BER KU DI DEST ME DE MAYE JI NEÇARÎ EM BI LÎREYEKÊ DIFIROŞIN’    Elmas, da zanîn ku ev 8 sal e ew li ser erdeki 17 donimî rezvaniyê dike. Elmas got ku ji ber şert û şirûtên hewayê û nebûna îxracatê tir, bi erzanî diçe. Elmas, dest nîşan kir ku ew her sal dibêjin xwezî bi par. Elmas got ku dema ew mesrefên sotemenî, karkerî û yên din dixin ser hev, divê buhayê tirî ne dibiniya 5 lîreyan de be û wiha got: “Min îsal hezar û 300 lîre da heqê derman. Min du caran erd cot kiriye. Heqê mazotê jî hezar lire. Her sal tirî ne berdar e. Îsal û sala çûyîn pêvajoya kulîkvekirinê ye. Lê belê em kirîgeran peyda nakin. Mirov nikarin tiştekî bikirin. Beriya niha bi 7 salan kîlo bi 2 lîreyan bû. Lê niha ji ber ku di dest me de maye em bi lîreyekê difiroşin. Ez tim diçim hala zebzeyan, lê belê komîsyonvan jî dibêjin em nikarin bifiroşin.”    Elmas, nebûna firotinê bi rewşa kesîdekirinê û polîtîkaya derve ya bi Ewropa û welatên din ve girêda û got ku ji ber van polîtîkayên şaş ya ku dibe bi cotkar û hilberîneran dibe. Elmas, diyar kir ku îxracat nayê kirin û ji ber vê ev du sal in hilberîner nikarin ber xwe bibînin û wiha domand: “Îxracat çê bibûna kêm zêde dê tirî biçûna. Pirgirêka din jî ew e ku gelek sazî hatin kesîdekirin. Kî ev der kirîn? Dewletên biyanî kirîn. Mesela markaya TARÎŞ’ê saziyeke taybet e. Çi dibe? Vê carê ev yek malê cotkarên xwecihî dikuje. Gotinên wek ‘dê bi vî buhayî neyên kirîn’ tên guhê me. Piyase serobino bûne. Dê ev yek heta kuderê bajo nizanim. Lê ya dibe bi me dibe. Di dest me de gelek tirî heye. Hema bêje hemû xera bû. Em ê wan bikin dims. Helbet ev jî karekî zehmet e. Me sala çûyîn jî tiriyê ku dest me de mabû kir dims, lê nêviyê wê di dest me de ma. Firotina dimsê jî zehmet e. Buha kêm in, lê dîsa jî nayê firotin. Li gor salên din ev serdem serdema herî rezîl e.” Her wiha Elmas got ku sedema ku tirî zû xera bû jî ew e ku baran baş nebariyaye. Elmas diyar kir ku sala çûyîn bi alîkariya şaredariyê sondaj hatiye çêkirin, lê belê ji ber ku depoya wê tune ye neketiye fealiyetê.    ‘HEMÛ COTKAR GILÎDAR IN’    Elmas wiha domand: “Dema neyê firotin nayê jêkirin. Ji ber vê jî mehek şûnde xera dibe. Hemû rezvan ji vê rewşê gilîdar in. Depoyên me yên hewaya sar jî tune ne. Heke hebûnan me yê tirî ambalaj bikiranan û heta sersalê ew biparastanan. Lê belê derfetên me tune ne. Jixwe cotkar heqê lêçûnên xwe dernaxin. Dê çawa hewa sar bikire. Êdî dewlet e, şaredariya kî dibe bila bibe divê hin kes alîkariyê bikin. Em hemû daxwazên xwe tim ji keya re dibêjin. Diçe dibêje yan na? Em nizanin.”    ‘EM Ê SERÎ LI ALTERNATÎFÊN CUDA BIDIN’    Elmas, diyar kir ku têkildarî van pirsgirêkan wan bi Serokê Odeya Çandiniyê re hevdîtin çê kiriye, lê belê dîsa jî alternatîfek nedîtine û wiha got: “Heke wisa bidome, ji bo em dengê xwe ragihînin em ê serî li alternatîfên cuda bidin.”