'Ger em dev ji tûtinvaniyê berdin em ê biçin rojavayê Tirkiyeyê bibin karker' 2020-09-13 09:04:36   MÊRDÎN - Cotkar Ridvan Ceylan ku li Geliyê Xursê debara xwe bi tutinvaniyê dike, bilêv kir ku ji ber kota û maliyeta zêde heqê keda wan bi dest wan nakeve.    Li Xurs a Mêrdînê dema berhevkirina tûtinê dest pê kir. Cotkarên ku baliyeke tûtinê bi 700 TL'yî didin, bal kişandin ser maliyetên zêde û qedexeyên hatine danîn û gotin, heqê ekda wan bi dest wan nakeve.    Cotkar Ridvan Ceylan ku li Taxa Xursa Navê tûtinê datîne, diyar kir ku kar û barê wan ev e û got, tam çar mehan bênavber dixebitin. Ceylan, anî ziman ku di tûtinvaniyê de çar mehên ewil pir girîng in û got, lê belê tûtnvanî bi temamî karekî zehmet e. Ceylan, diyar kir ku tovên datînin jî ên wan in û got, ji avdaniyê heya berhevkirinê her tişt bi xumam tê kirin. Ceylan, da zanîn ku kesê tûtinê deyne divê baş ji akr fêm bike û got, yanî divê mirov wekî pitikekê lê mêze bike.    NE JI TÛTINÊ BE EM Ê BIÇIN ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ BIXEBITIN    Ceylan, bal kişand ser maliyeta zêde û got, ji ber vê rewşa cotkaran nebaş e. Ceylan, da zanîn ku piştî fabrîkeyên tekelê hatin girtin her tişt ketiye ser milê wan û got: "Li vê derê wekî din tu karekî me tuneye. Tekane derfeta Geliyê Xursê tûtinvanî ye. Her kes bi tûtinê debara xwe dike. Heger tûtin jî tunebûya em ê mecbûr biimana biçûna Rojavayê Tirkiyeyê."    Ceylan, da zanîn ku erdên tûtin lê tên danîn biçûk û ev erd ancax têra debara malbateke klufetê wê ne pir bike. Ceylan bal ki şand ser bihabûan fiyetên gubre û dermanan û got: "Lê dîsa jî em emcbûr in vî karî bikin. An jê em ê biçûna xurbetê. Berê fabrîkeya tekelê hebû, me sê caran berhev dikir. Lê piştî tekel hat girtin êdî sê caran berhev nakin."    MA  /  Ahmet Kanbal