Ên ji kar hatin derxistin: Ji bo mifha xwe em şewitandin 2020-09-01 09:00:43   ÊLIH - Li Êlihê karkerên ji Navenda Tempo Çagriyê hatin derxistin, diyar kirin ku li gor telîmatên rayedarên şîrketê tevgeriyane û gotin: "Ji bo mifha xwe, em şewitandin."   Li Êlihê Navenda Tempo Çagriyê bi îdiaya "qezenceke neheq" di 14'ê Tîrmehê de 18 kes ji kar derxistin û li 5 kesan jî îstifa ferz kir. Li ser vê karkeran jî şîrketê da ber dadgehê. Karkeran anî ziman ku neheqî li wan hatiye kirin û gotin, dixwazin vegerin ser karê xwe û heqê wan ê hiqûqî çi be wê biparêzin.   'EM HEQÊ XWE DIXWAZIN'    Karker Ûgûr Çerî, anî ziman ku di dema pandemiyê de ji kar hatine derxistin. Çerî, diyar kir ku bi gotina rayedarên şîrketê ketine profîlên mişteriyan û got, bi ser de bi dagirtina anketên Dîgîturkê hatine îthamkirin û ji kar hatine derxistin. Çerî got: "Piştî lêkolînan xwestin em parêziya xwe binivîsin. Dû re li pey hev du 18 karker ji kar derxistin."    Çerî, diyar kir ku ji ber serekê komê bûye erka wî ya ku têkeve profîla mişteriyan hebûye û got: "Ji min pirsîn çima rastgele ketime profîlekê. Min jî got, li gor erka ku şîrketê daye min ketime profîlê û min got, nayê bîra min  çima ketime profîla ku rê min dan. Jixwe ne mimkun e ku bê bîra min jî. Ji lewra ji bo çareserkirina pirgirêkan şîrketê ev erk dabû min. Dû re demildest ji kar hatim derxistin."    Çerî, anî ziman ku heqê xwe dixwazin û got: "Em bi awayekî neheq ji kar hatin derxistin. Em dixwazin vegerin ser karê xwe. Em tiştekî zêde naxwazin, tenê heqê xwe dixwazin."    'JI BO MIFHA XWE EM ŞEWITANDIN'    Karker Ûmût Osman Soysal jî anî ziman ku di rojên bê de wê hejmara karkerên ji kar bên derxistin zêde bibe û got. Soysal, bilêv kir ku ji bo vegerin ser karê xwe wê biçin Stenbolê daxuyaniyê bidin û got: "Me bi xala 25/2 ji kar derxistin. Em xespkirina heqê me ye. Armanca me ya sereke em vegerin ser karê xwe û heqê xwe bi dest bixin. Wekî din em tiştekî zêd enaxwazin. Me qezencek neheq bi dest nexistiye. Em li gor telîmatên rayedarên şîrketê tevgeriyan. Ji bo serê wan nekeve belayê û ji bo mifha xwe em şewitandin."    Sysal, destnîşan kir ku heya heqê xwe bi dest nexin wê bitêkoşin.